Li Wanê otel tên girtin 2021-01-17 09:00:33   WAN - Serokê VANODER’ê Reşat Yeşîlagaç, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de, girtina deriyê sînor bandoreke mezin li sektora turîzmê kir û got: “Ji 50 otelên li bajêr 15 jê hatin girtin.     Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), di çarçoveyê bergiriyan de dest pê kê deriyên sînoran hatin girtin. Piştî demekê ji bo derbasbûyîna wesayîtên bazirganiyê qedexe hatibû rakirin. Lê hîna jî deriyên gelek sînoran li çûyîn û hatina mirovan girtiye. Yek ji van deriyan jî, Deriyê Sînor ê Kapikoy a di navbera navçeya Saray a Wanê û Îranê  de ye.   Bi mehane derî girtiye û vê yekê bandoreke mezin li turîzma bajarê kiriye. Bi hezaran turîstên îranî yên her sal dihatin Wanê, îsal ji ber qedexeyên şewba vîrûsê nehatin bajêr. Herî zêde jî sektora otelan ji vê yekê bandor bû. Gelek otelên li bajêr, ji ber bêkariyê  deriyên xwe girtin û bi hezaran karkerên di otelan de dixebitin bêkar man.    JI 50 OTELAN 15 JÊ HATIN GIRTIN   Serokê Odeya Otelvanên Wanê (VANODER) Reşat Yeşîlagaç, diyar kir ku bi rawestîna sektora turîzmê re ji 50 otelên li bajêr 15 jê deriyên wan hatin girtin û wiha axivî: “Ger deriye sînor neyê vekirin, ev tablo wê ji berê xirabtir bibe. Ji neçarî hem otel tên girtin û hem jî xebatkarên wan bê kar dimînin. Di pandemiyê de, ji sedî 90’î deriyên otelan girtî man û piştgirî ji bo otelvanan nehat dayîn.”   XWEST DERIYÊ SÎNOR BÊ VEKIRIN   Yeşîlagaç, anî ziman ku ji bo derbaskirina tengasiyên tê jiyîn, divê deriyê sînoran tavilê bên vekirin û wiha got: “Di meha Hezîranê de me cardin otelên xwe vekirin. Lê otelên me tije nebûn. Li gorî rewşa heyî divê tijebûna otelan ji sedî 50’î be. Encex ev yek karibe me xelas bike. Berevajî vê hemû lêçûn ji berîkên me diçin. Ji ber vê em nikarin fatûreyên ceyran, gaza xwezayî, kirê û bacayên xwe bidin. Ev rewş ji bo sektorên din jî derbasdare. Deriyê Sînor ê Kapikoy Wane. Dikandarên Wanê, di rewşeke tengav de ne.”     HIŞYARIYA ‘EM Ê TÊK BIÇIN’ KIR    Yeşîlagaç, ji bo vê rewşa heyî ev hişyarî kir: “Di nava hefteyê de, 55 balafirên geştê ji Îranê tên Tirkiyeyê. Wê demê çima deriyê sînor hîna girtiye? Ev du standardiye. Em weke esnaf, dixwazin ev yek ji holê rabe. Ger deriyê sînor neyê vekirin, em ê di vê pêvajoyê de, têk biçin û wê gelek esnaf neçar bimînin ku deriyên kargehên xwe bigirin”