HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike 2021-01-19 10:54:32 AMED - Wekîlê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner, diyar kir ku ew ê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li ber deriyê wan tê kirin de, gilî bikin.  Rawestandina koma bi fermana Wezîrê Karên Hundir di 3'yê Îlona 2019'an de bi îdîaya “Zarokên we şandin çiyê” li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê hatibûn rûnişkandin dewam dike. Piştî ku ev kom li pêş avahiya HDP’ê hat rûnişkandin, Miduriyeta Polîsan a Amedê, bi sedan polîs, bi dehan wesayîtên zirxî û TOMA’yan avahiya HDP’ê veguherand qereqolê.      Rêveber û endamên HDP’ê, rojnameger û mêvanên partiyê, her tim rastî êrîşên fîzîkî û devkî yên vê koma li ber avahiya partiyê tên. Kesên rastî êrîşan tên jî ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û di lêpirsînê re tên derbaskirin. Xebatên HDP’ê yên li avahiyê her tim bi konsepteke nû tên astengkirin. Vê carê jî polîsan, li ber avahiyê dest bi Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) yên ketin û derketina avahiyê kirin e. Polîs bi vê yekê lîsteya ketin û derketina avahiya partiyê amede dike.    Wekîlê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner, diyar kir ku pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya wan ne hiqûqey û ewê derbarê vê yekê de gilî bikin.    DIXWAZIN XEBATÊN ME ASTENG BIKIN   Soner, anî ziman ku bi van pêkanînan dixwazin partiya wan krîmînalîze bikin û wiha axivî: “Miduriyeta polîsan ewil avahiya me dorpêç kir. Dûre endam û rêveberên me rastî êrîşên vê komê hatin. Piştre polîsan kesên hatin avahiya me tehdît kirin. Niha jî bi kontrolkirina GBT’ê dixwazin kesên tên avahiya me çavtirsandî bikin. Hewl didin bi vê pêkanînê xebatên me yên siyasî asteng bikin.”    DÊ GILÎ BIKIN   Soner, dest nîşan kir ku pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya wan ne hiqûqiye û wiha bertek nîşan da: “Parêzerên me li dijî vê pêkanîna dij hiqûqî amadekariyên xwe dikin. Em ê di nava heftê de, derbarê mijarê de gilî bikin. Em ê bi materyal, girtek û daxwaznameyên xwe, serî li rayedarên peywendîdar  bidin.