Ew, xurdefiroşê Rihayê ye 2021-01-21 09:17:54 RIHA - Xurdefiroşê kuçe û kolanên Rihayê Hasim Telîk, bi ereboka xwe ya sêtekerî debara malbata xwe dike.    Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Hasan Telîk, bi ereboka xwe ya sêtekerî her roj xurdeyan berhev dike û pê debara xwe dike. Telîk, salê 6 mehan tevî malbata xwe karên demsalî dike û 6 mehên din jî xurdefiroşiyê dike.    Telîk, her sibeh saet di 11'an de dadikeve kuçe û kolanan û gava ereboka wî ya destan tije dibe dev ji kar berdide. Telîk, anî ziman ku hesin, pair, elemyon û amûrên kevn bi pereyan dikire û got: "Hema çi be dikirim. Her roj diçim taxekê. Çawa be jî ji karê xelqê çêtir e."    Telîk, anî ziman ku wekî din tu dahateke wî tune ye û bi amûrên kevn debara malbata xwe ya 6 kulfetî dike. Telîk ku got "Ez bi vê erebokê debara malbatekê dikim" bilêv kir ku 20 sal in bi vî awayî jiyana xwe didomîne û got: "Heger zemaninde me bi xwenda belkî em bûbûna karmend, lê nebû. Lê hev nehat. Min jî dixwest karekî min ê bisîgorte hene. Lê tune ye. Carinan karê Îş-Kûrê bi dest min dikeve. Ew jî tenê 6 mehan e. Em bi vî awayî debara xwe dikin."