Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne 2021-01-21 09:20:07   ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, anî ziman ku heya hin bend li ber pergala tenduristiyê ya heyî û pergala kapîtalîst neyên danîn, dê gelek şewb çêbibin û ev jî bi têkoşîneke civakî pêkan e.    Texrîbatên Bernameya Veguherîna Tenduristiyê, di dema şewbê de bi awayekî aşkere diyar bûn. Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Selma Atabey, pergala tenduristiyê ya heyî û bandorên wê yên li tenduristkaran nirxand.    REWŞA PERGALA TENDURISTIYÊ   Atabey, destnîşan kir ku AKP'ê bi Bernameya Veguherîna Tenduristiyê saziyên tenduristiyê veguherandine bazirticaretxane û nexweşan jî veguherandiye mişteriyan. Atabey, anî ziman ku feraseteke wekî ku tenduristî tenê divê li nexweşxaneyan bê birêvebirin hatiye empozekirin û bi vî awayî hêla wê ya civakiyî pûç kiriye û wê xistiye bin banê sermayeyê. Atabey, diyar kir ku bi vî awayî kedkarên tenduristiyê û civak ji hev hatine veqetandin û got: "Em bi pergaleke tenduristiyê halan di hev dide re rû bi rû amne. Hêla çareseriyê ya pergala tenduristiyê hat pûçkirin. Pandemî jî bû xwêya vê rewşa halan di hev dide. Ji ber ku pêvajo bi awayekî zelal û baş nayê birêvebirin, pirsgirêkên mezin rû didin û bar li ser milê kedkarên tenduristiyê ma."    ‘EM NEMAN, QEDIYAN'    Atabey, diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê ji ber polîtîkaya karekî pir û xebatkarên kêm, ji hal ketine, nemane û got: "Her ku hejmara xebatkaran zêde bibe wê xizmet jî zêde bibe û wê xebatkar newestin. Di 9 mehên dawî de 3 hevalên me întihar kirin. Ji ber xebateke zêde, ji ber newergirtina heqê keda xwe, ji ber demoralîzebûnê... Em dixwazin sedema van întiharan bên aşkerekirin. Me bi xwe sedem û encamên wê danîn. A girîng pergal jî sedem û encama wê deyne û hin mudaxileyan bike. Lê mixabin wekî gelek mijarên din, di vê mijarê de jî xwe ker û lal kirine."    ‘EM Ê GOTINA XWE BIBÊJIN'    Atabey, bal kişand ser pêvajoya dema pandemiyê jî û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek caran gazî Wezareta Tenduristiyê kirine ku bi hev re bixebitin, lê belê guh li bangawaziyên wan nehatine kirin. Atabey got: "Me di pêvajoya derzîkirinê de jî bang kir. Ji lewra hûn nikarin bi rejîmeke yekzilamî serî bi şewbê re derxin. Me got, wexta hûn vê bikin malê civakê hûn ê karibin bikin. Mixabin bi ya xwe dikin. Lê em ê her tim gotina xwe bibêjin."    ‘TÊKOŞÎNEKE CIVAKÎ'    Atabey, destnîşan kir ku heya li pêşiya pergala tenduristiyê ya heyî û pergala kapîtalîst bend neyên danîn, dê gelek şewbên din çêbibin û got: "Lewma divê em tenê netêkoşin, divê têkoşîn veguhere têkoşîneke civakiyî. Em dixwazin di vî warî de kesên ehlê kedê, demokrasîxwaz û aştîxwaz li cem me bin."