Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin 2021-01-21 09:20:47 ENQERE - Kesên ku di vê sar û seqemê de û di şert û mercên pandemiyê de ji bo debara xwe bikin li kuçe û kolanan kaxezan berhev dikin, anîn ziman ku ji ber cezayên pereyî li wan tên birîn êdî xweşikî nikarin bixebitin.  Berhevkarên kaxezan ku bi şev û biroj li kuçe û kolanan kaxezan berhev dikin, salek e ji ber şewba Covîd-19'ê pir zor û zehmetiyê dikişînin. Piştî ku hat daxuyandin vîrûs 72 saetan li ser tenekeyên çopê û amûrên din sax dimîne, berhevkirina "bermayiyan" jî bi temamî hat qedexekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê jî di 22'yê Adara 2020'an de ragihandibû ku di çarçoveya tevdîrên şewbê de berhevkirina kaxezan qedexe kiriye û dê pêdiviyên berhevkaran li Hêwirgeha Şaredariya Bajarê Mezin bên peydakirin. Lê belê li Enqereyê salek e kedkarên berhevkirina kaxezan carekê kumanya û carekê jî 300 lîre alîkarî wergirtine. Ji ber vê berhevkarên kaxezan jî ji bo karibin debara xwe bikin, cardin dest bi berhevkirina kaxezan kirine. Lê niha jî bi cezayên pereyî re rû bi rû dimînin.    CEZA    Metîn Kahraman (37), Îbrahîm Ûyar (24) û Bekîr Bayhan (39) ku ji ber şewitandina gundan û binpêkirinên mafan ji Colemêrgê koçî Enqereyê kirine, li Çankaya û Kizilayê kaxezan berhev dikin û pê debara xwe dikin. Lê belê ji ber ku di dema şewbê de berhevkirina kaxezan hatiye qedexekirin, kesên berhev dikin 187 Tl ceza li wan tê birîn.    Kahraman, Ûyar û Bayhan behsa zor û zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin kirin.    'EM ROJEKÊ NEŞIXULIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN'   Kahraman, anî ziman ku nêzî 20 sal in kaxean berhev dike û hefteyeke ji ber ku kaxez berhev kirine 4 caran 187 TL ceza lê hatiye birîn. Kahraman, destnîşan kir ku ji mecbûrî dixebitin û gava polîs pê dihesin ji Colemêrgê ye helweta wan diguhere û jê re dibêjin "divê nexebitî" û ceza lê dibirin.    Kahraman, bilêv kir ku gava polîs ceza li wan birîne ji wan re gotine "neşixulin, biçin mala xwe" û got: "Ji me re dibêjin biçin ji xwe re li malê rûnên. Lê belê heger rojekê neşixulim dê zarokên min birçî bimînin. Em parsê nakin, em bi keda xwe dixebitin. Zirara me nagihê tu kesî. Em diziyê nakin. Li van deran kêfa her kesî ji me re tê."    ‘DI SALEKÊ DE HEZAR Û 300 TL'    Kahraman, diyar kir ku pereyê bi dest wan dikeve pê heqê fatûreyên xwe û kirêya xaniyê xwe didin û got: "Baş e, em biçin li mala xwe rûnên. Lê wê kî heqê fatûreyên me û krêya me bide? Em di vê sar û seqemê de ji kêfa naşixulin. Salek e şewb heye, heya niha dewletê hezar Tl û şaredariyê jî 300 TL daye me. Ma mimkun e ku em bi hezar û 300 TL'yî salekê li malê bimînin? Pereyê hatiye dayîn têra mesrefên me yên 10 rojan nake."    Bekir Bayhan jî bilêv kir ku ji 19 saliya xwe heya niha kaxezan berhev dike, lê belê du rojan carekê ceza li wan tê birîn. Bayhan got: "Wekî din karekî ku em bikin tune ye. Em mecbûr in vî karî bikin. Roja em derneyên û em kaxezan berhev nekin em ê birçî bimînin. Rojê 17 saeta em li ser pêyan e û kuçe bi kuçe digerin. Dinya sar e, em bêtir zehmtiyê dikişînin. Rojê 70-80 TL bi dest me dikeve. Lê du qatî zêdeyî vê ceza li me dibirin. Ji bo em karibin vî cezayî bidin divê em bi şev û biroj bixebitin."   Bayhan, destnîşan kir ku dimaldemayîn ne çare ye û got: "Madem dibêjin li malê bin, nexwe divê alîkariya me bikin. Dibêjin, em dewleteke civakî ne, nexwe bila heya şewb biqede alîkariya me bikin."    ‘EM TIŞTEKÎ JI DEWLETÊ NAXWAZIN'    Îbrahîm Ûyar jî anî ziman ku nêzî 15 sal in kaxezan berhev dike û got: "Şewb heye, lê cardin em kaxezan berhev dikin. Ji lewra heger em li malê bin em ê ji birçîna bimirin. Ez, bavê min, birayê min û xwişka min em giş kaxezan berhev dikin. Heya niha tu alîkariyeke dewletê negihaştiye me. Jixwe em tiştekî jî jê naxwazin. Tenê ibila ceza li me nebire. Diviyabû dewlet alîkariya welatiyên xwe bike, lê belê çav berdaye yewmiyeya me. Tiştekî trajîkomîk e. Bawer bike ez diziyê bikim wê polîs tiştekî nebêje, lê gava em bi keda xwe qezenc dikin me asteng dikin."     MA / Emrûllah Acar