Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir 2021-01-21 14:42:16   DERSIM – Polisan, mudaxaleyî çalakiya ku Rêxistina HDP’ê ya Dersimê xwest ji bo tecrîda li Îmraliyê û greva birçîbûnê bikin, kir.   Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya ji bo rakirina vê tecrîdê hatiye destpêkirin, xwest li kolana hunerê ya bajar daxuyanî bide. Polisan, destûr neda daxuyaniya hat xwestin li vir bê dayîn. Ji ber ku kolan hat dorpêçkirin HDP’iyan li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pankarta “Bila daxwaz bên qebûlkirin, çalakiya grevê bê bidawîkirin” vekirin.    ‘BILA BERGIRÎ BÊN GIRTIN’    Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Ozlem Toprak, daxuyaniya ku hatibû amedekirin xwend. Hevserok Toprak, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi heman daxwazî beriya niha hatibûn lidarxistin bi bîr xist û ev tişt got: “Bi bandora van grevan bi awayekî demî tecrîd hat rakirin. Lê ji 7’ê tebaxa 2019’an ve careke din qedexeyên hevdîtinan dest pê kirine. Ev rewş li dijî Şerta Nelson Mandela, pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an e. Divê di demeke zûtirîn de wezareta edaletê vê pêkanînê bi dawî bike û hevdîtinên parêzer û malbatê bên kirin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo encamên neyînî pêk neyên bergirî bigirin. Em bang li gelê xwe jî dikinm hestiyar bin.”   POLISAN ÊRIŞÎ DAXUYANIYÊ KIRIN    Bi hinceta ku di pankartê de peyvên “Îmrali, tecrîd, greva birçîbûnê” derbas dibin êrişî girseyê kir. Polisan pankartê desteser kir û qetandin. Li ser mudaxalekirina polisan HDP’î vegeriyan avahiya xwe.   Polisên ku têketin û derketina kolana Hunerê ji bo demekê girtin, piştre ji qadê vekişiyan.