Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin 2021-01-21 15:46:54   SÊRT – Hevserokê Giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, di dema serdanên wan ên çarçoveya yekitiya neteweyî ya kurd de li navçeya Misircê axivî û diyar kir ku kurd li dijî zextên AKP û MHP’ê li ber xwe didin.    Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de di roja duyemîn de serdanên xwe yên li Sêrtê didomînin.  Heyetê, di çarçoveya xebatên xwe de îro serdana navçeya Misircê ya Sêrtê kir û bi esnafên navçeyê re hat gel hev.    BAYINDIR: KURD LI BER XWE DIDIN   Beriya serdana esnafan heyet li Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi gel re hat gel hev. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li vir axaftinek kir û bal kişand ser zextên AKP-MHP’ê yên li ser kurdan û wiha got: “Li dijî zextên zêdebûyî yên desthilata AKP-MHP’ê gelê kurd li ber xwe dide. Li dijî vê faşîzmê bi salan e gelê kurd li ber xwe dide. Her zext û tundî berxwedanê zêde dike. Ev berxwedan tirs û faşîzma ku ew dixwazin ava bikin têk dibe. Me di serdanên xwe yên li gelek bajaran de ev yek dît. Me di serdanên xwe yên navçe û bajaran de dît ku gel tirsê ji ser xwe avêtiye. Meşa li Wanê mînaka dawîn a vê yekê ye.”   Piştre heyet serdanan esnafan kir. Esnafên kolanên Yenîdogan, Emniyet, Beykent û kolana Hunerê bi eleqeyeke zêde heyetê pêşwazî kirin. Esnafan pirsgirêkên xwe yê aborî ji heyetê re ragihandin û gotin ku pirsgirêka bingehîn a kurdan yekitiya neteweyî ye. Heyetê piştre jî li navçeyê serdana malbatan kir.