Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn 2021-01-22 15:09:14   AMED – Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran, diyar kir ku li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa  koronayê yên rojane ji 850 daketiye 100-150’an û pêla yekemîn hê jî bi dawî nebûye.    Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO), rapora nirxandina kovîd-19 ên mehên mijdar û kanûnê yên sala 2020’an li avahiya xwe bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran ku raporê aşkera kir, diyar kir ku li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê yên rojane ji 850 daketiye 100-150’an. Tûran, da zanîn ku her çiqas bergiriyên bi sînor hejmara pêketiyan daxînin jî pêla yekemîn a vîrûsa koronayê hê jî bi dawî nebûye.   Tûran, destnîşan kir ku li Amedê 17 kedkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan jî hejmara pêketiyan zêde dibe.