Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin 2021-01-22 16:23:58     ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî ku daxuyaniya HDP'a Cizîrê ya derbarê grevên birçîbûnê de hat astengkirin, parlementerên jî di nav de HDP'î ber bi qeymeqamtiya navçeyê ve meşiyan. HDP'iyan bang kir ku divê tu kes bêdeng nemîne.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li ber avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Lê belê polîsan bi hinceta "progandayê rêxistinê ye" nehiştin HDP'î daxuyaniyê bidin. Li dijî vê biryarê parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî ber bi avahiya qeymeqamtiyê ya navçeyê ve meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de polîsan derdora parlementeran dorpêç kir.    'BÊDENG NEMÎNIN'   Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr bertek nîşanî helwesta polîsan da. Îmîr, destnîşan kir ku tu hêz wê nikaribe dengê wan asteng bike û got: "Îro Cizîra Botan di bin dorbêçê de ye. Nahêlin em parlementer dengê we ragihînin. Bi biryara qeymeqam nahêlin ku em gotinekê bibêjin. Em vê helwesta qeymeqam şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe kom bibin. Ew ê nikaribin me ji gel veqetînin. Wekî her tim îro jî em ê xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin. Di şexsê girtiyan de dixwazin tevahiya Tirkiyeyê bixin bin tecrîdê. Mirov êdî nikare du gavan biavêje. Li hemberî vê bêrûmetiyê em ê li ber xwe bidin. Ciwanên me, hevalên me ji bo ku li hemberî vê zilmê li ber xwe dane dîl hatine girtin. Niha jî ev hevalên me bi çalakiya grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Lêgerînên tazî li wan dikin, îşkence li wan dikin û wan sirgûn dikin. Ev pêkanînê dijminahiyê ne ku dewletê li dijî gelê kurd dike. Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal. Bêdeng nemînin, deng bidin girtîgehan."   PIŞTGIRIYA GEL HAT ASTENGKIRIN   Piştî daxuyaniyê parlementer Ozguneş û Îmîr bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan' meşiyan. Welatiyên ku dixwestin piştgiriyê bidin meşa parlementeran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Meşa parlementeran heta li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê berdewam kir.   'TU ÎKTÎDAR NIKARIN LI BER DAXWAZA JI BO AZADIYÊ BISEKININ'    Li ber avahiya HDP'ê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş jî axiftinek kir. Ozgûneş jî bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Ozguneş, bilêv kir ku rayedarên dewletê bi qedexekirina çalakiyan dixwazin dengê gel qut bikin û got:" Jibîr nekin; ne astengiyên we, ne çekên we, ne kelemçeyên we û ne jî zindanên we nikarin dengê me qut bikin. Çimkî em hezkiriyên aşitî, azadî, demokrasî û wekheviyê ne. Me canê xwe di oxira wan de feda kiriye. Tu îktîdar nikarin li ber daxwaziya ji bo azadiyê bisekinin. Dîrok şahid e."    Piştî axaftina Ozgûneş, meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.