Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê 2021-01-22 22:33:51 ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê xizmên nexweşekî êrîş birin ser xebatkarekî tenduristiyê.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê îro danê nîvro xizmên nexweşekî êrîş birin ser hemşîreyê beşa lezgîn ê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Recep Başak. Xizmên nexweş li Başak xistin.    Başak li serdozgeriyê giliyê êrîşkaran kir. Her wiha hat hînbûn ku xizmên nexweş jî çûne serdozgeriyê û giliyê Başak kirine.