Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye 2021-01-23 09:04:43 WAN - Li Herêma Serhedê ji ber ziwabûnê berdarî ji sedî 50'ê kêm bûye û lêçûnên çandiniyê jî zêde bûne.  Li seranserê cîhanê ji ber krîza avhewayê û germbûna kûrewî xetereya ziwabûnê zêde dibe. Li gor rapora sala 2019'an a Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê di warê kêmbûna avê de Tirkiye di nav 164 welatan de di rêza 32'yan de ye. Li gor nexşeya avê ya NASA'yê jî ku di 11'ê Çileyê de hat parvekirin, Tirkiye jî bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye. Li gor rapora 2020'an a derbarê ziwabûnê de ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê jî gelek herêm bi ziwabûneke zêde re rû bi rû ne. Yek ji van herêman jî Herêma Serhedê ye. Li gor raporê ava bin erdê ya bajarên herêmê pir hindik dixuyê. Ev yek bandorê li çandinî û sewalvaniya li herêmê jî kiriye û cotkar û sewalvan ji ber vê rewşê diqilqilin.    BERDARÎ KÊM BÛYE    Cotkar û sewalvan Îsmaîl Bayram, anî ziman ku du sal in li Wanê şilî kêm e û ji ber vê berdarî ji sedî 50 kêm bûye. Bayram, bilêv kir ku ji ber baran di wext de nehatiye nikaribûne di wext de çinînê jî bikin û got: "Em di dawiya meha Çileyê de ne. Lê hîn jî li Wanê xweşikî berf û baran nehatiye. Wexta ax di payizê de ava baranê venexwe û di zivistanê de jî berf lê nebare, dirize. Niha piraniya berên me riziyane. Em bi pereyan gubre, mazot û tov dikirin. Lê heqê wan jî bi dest me nakeve."    COTKAR XISIRÎNE    Bayram, destnîşan kir ku ji ber ziwabûnê par ka ji derve kirîne û di warê aborî de xisirîne. Bayram got: "Ên giha çand û firot jî xisirî. Kesê 200 donim erdê wî hebe, ji ber ziwabûnê 100 hezar TL dixisire. Mirov hewl didin bi derfetên xwe ji xwe re fînansmanekê bi dest bixin. Lê heta ku derê? Heger ziwabûn werê dewam bike, dê rewş xirabtir bibe. Par min çandinî nekir. Lê min îsal kir. Lê wexta berdarî kêm be, ez ê dev ji vî karî berdim."   Bayram, anî ziman ku di serdemeke wisa de divê pêşî li ber "avdaniya hovane" bê girtin û got: "Ava bin erdê kêm bûye. Jixwe j bo sondajê jî em ceryanê bi kar tînin. Ev hemû ektra lêçûnên. Ji ber ziwabûnê divê 'pergala avdaniya dilopî' bê berpêşkirin û alîkariya cotkaran bê kirin."    DAXWAZA COTKARAN    Cotkar Engîn Artan jî xwest ji ber ziwabûnê di warê çandinî û sewalvaniyê de alîkarî bê kirin. Artan, diyar kir ku nikare nefela xwe av bide û got: "Min sondaj çêkiribû, lê ji ber ku min nikaribû heqê ceryanê bide min bîra xwe girt. Mazot jî bûye 6-7 lîre. Ez nikarim wê jî bi kar bînim. Helbet dê çandinî li ber qedandinê be. Nexasim jî li herêmê rewş xirabtir e."   DERDÊ KAFIROŞAN    Fatîh Çelîk ku kayê difiroşe jî destnîşan kir ku par ziwabûnê bandoreke pir xirab li beran kiriye. Çelîk, anî ziman ku ji ber ku heqê mazotê biha ye gundî nikarin çandiniyê bikin û got: "Cotkar 30 hezar TL'yî mesref dike, lê 20 hezar TL'yî qezenc dike. Karê kayê sekiniye. Ji ber ku pereyê mirovan tune ye, nikarin kayê jî bikirin û ji ber vê nikarin heywanan jî xwedî bikin. Sala bê dê rewş xirabtir bibe."    TÊRA MEHEKÊ JÎ NEKIRIYE    Cîgirê Serokê Kooperatîfa Kafirpşên Gola Wanê Hasan Unver jî anî ziman ku hem esnaf hem jî welatî di warê aborî de pir zehmetiyê dikişînin. Unver, destnîşan kir ku karê wan pir kêm bûye û heger ziwabûn wisa dewam bike dê rewş xirabtir bibe. Unver, bal kişand ser ziwabûna li bajêr jî û got: "Ji ber çandinî tune ye, em jî zehmetiyê dikişînin. Çend sal berê kaya ku li bajêr dihat hilberandin tenê têra mehekê dikir. Îsal jî ji ber ziwabûnê giha qet tune bû. Kaya Wanê têra mehekê jî nekir."    Unser, destnîşan kir ku krîza Tirkiyeyê, ji ber piştgiriya cotkar û sewalvanan nayê kirin rû daye. Unver, anî ziman ku heger piştgiriya cotkaran bê kirin dê rewşa biguhere û got: "Piraniya esnafan kayê didin, lê pere nagihê wan."    MA / Tolga Guney - Melek Şahîn