Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo 2021-01-23 09:04:46 HATAY - Li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê 22 salî giran dibe. Tanboga, ji ber nexweşînê zihîf bûye, bûye 38 kîlo û xwest bê tedawîkirin.  Rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga (22) ku di 16 saliya xwe de hatiye girtin giran dibe.    Tanboga, di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû binçavkirin û girtin. Niha di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye. 4 caran cezayê muebeda giran li Tanboga hatiye birîn.    'TENDURISTIYA WÎ XIRAB BÛYE'    Di rapora sala 2018'an de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de derbarê Tanboga de hatiye destnîşankirin ku pençeşêra madeyê lê peyda bûye û tam salekê nehatiye tedawîkirin. Hat hînbûn ku Tanboga pir zihîf bûye û çi bixwe û evxwe vedirişe.    Ji ber ku îdareya girtîgehê Tanboga nabiriye nexweşxaneyê, malbata wî serî li ÎHD'ê dabû. Piştî vê serlêdanê wî biribûn revîrê. Her wiha hat hînbûn ku çend roj berê îdareya girtîgehê ji bo şewba Covîd-19'ê Tanboga test kiriye û testa wî negatîf bûye. Lê belê cardin jî wî ji bo 14 rojan xistine karantînayê û ji ber nerihetiya mîdeyê, ji bo endoskopiyê li nexweşxaneyê randevû girtiye.    'TIM VEDIRIŞE'    Bavê wî Abdullah Tanboga, anî ziman ku saleke neçûye girtîgehê û kurê xwe nedîtiye. Bav Tanboga, diyar kir ku lê belê bi telefonê bi hev re diaxifin û ji bo ew li ber nekevin ji wan re behsa tenduristiya xwe nake. Bav Tanboga, destnîşan kir ku kurê wî çi vexwe û bixwe vedireşe.    Bav Tanboga, da zanîn ku di sala 2018'an de kurê wî li Edeneyê hatiye tedawîkirin, lê belê derbarê nexweşîna wî de tiştek nehatiye gotin û got: "Niha kurê min bûye 38 kîlo. Nikare tiştekî bixwe. Divê xwarina diyetê bidinê, lê nadinê. Hevalên wî alîkariya wî dikin. Rewşa wî qet nebaş e. Kurê min werzîşvan bû, lê çawa hat girtin nexweş ket. 4 sal in em tam nizanin bê ka nexweşîna wî çi ye. Tim vedireşe. Nexweşîna wî çi be bila bê teşxîsirin û bê tedawîkirin."    MA / Hamdûllah Kesen