Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e 2021-01-23 12:07:44 AMED - Parêzerê malbata Gulistan Dokû Alî Çîmen, diyar kir ku bi îxraçkirina kar a zirbavê Zaînal Abarakov Engîn Yucel ê polîs, xelek teng dibe û got: "Yucel di dosyayê de kesê herî girîng e."   Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve agahî jê nayê girtin. Piştî ku Dokû hat windakirin, hemû delîlan Zaînal Abarakov û zirbavê wî yê polîs Engîn Yucel nîşan dan. Lê tenê îfaeya Zaînal Abarakov li mala wî hatibû girtin. Niha Abarakov li ku ye nayê zanîn. Di hevdîtina malbata Dokû ya li Enqereyê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re kirin de, agahiya ku Abarakov di bin çavdêriyê de ye hatibû dayîn.   Derbarê zirbavê Abarakov, Engîn Yucel polîs ê ku di dosyayê de gumanbarê din e de bi sûcdariya “Ji ber agahiyên ku divê veşartî bimînin li ser medya civakî aşkere kiriye” lêpirsîna îdarî hatibû despêkirin. Di encama lêpirsînê de Engîn Yucel bi heman sûcî ji kar hat îxraçkirin. Parêzerê malbata Dokû Alî Çîmen, diyar kir ku ligel van geşedanan ji bo gumanbaran xelek teng bûye.   Çîmen, da zanîn ku ji roja ewil ve lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin û wiha got: “Îdîaya xwekuştina Dokû bi rapora ji kesên pispor hatibû, hate rizîn û gumanbariya Engîn Yucel ê hate îxraçkirin zêdetir bû.”   ‘DIVÊ LEPIRSÎN WERE KÛRKIRIN’   Çîmen, destnîşan kir ku wan derbarê Yucel de, ji ber agahiyên takekesî bi destxistin, belavkirin û ev yek bi peywîra xwe ya cemaweriyê kiriye gilî kirin û wiha axivî: “Zirbav Engîn di çarçoveya wê lêpirsînê ji pêywîrê hatibû girtin. Li gel vê îxracê êdî geşedanek di dosyayê de heye û ji ber darizandin dest pê kirin hêviyek çêbû. Gelo gumanbarê dosyaya me çima ev sûc kir? Çima Gulistan weke keseke bikare xwebikuje nîşan da? Sedemê vê çiye? Tê wê wateyê ku ji ber berjewendiyên xwe xwest wisa bê zanîn. Esehî bû ku xala herî girîng ev kes e ye, ji ber wê yekê divê bi awayekî nijdî bê lêkolînkirin. Di dosyayê de fermaneke dozger hebû goti bû ‘vî kesî û tevgerên wî lêkolîn bikin’. Wê demê di dosyayê de şahid bû hêzên ewlehiyê bi vekirina telefonê lêkolîneke bi yek hevokê kir. Bi awayekî cidî ew kes nehat lêkolîn kirin. Em li bendê ne ku li gel vê biryarê lêkolîn were kûrkirin.”   WÊ AQÛBETA WÊ DERKEVE HOLÊ   Çîmen, bi bîr xist ku danişîna doza cemaweriyê ku derbarê Yucel de hatiye vêkirin wê 28’ê Çileyê bê dîtin û wiha bi dawî kir: “Lêpirsîneke di nav hev de bû, diviya bû ku kiribûna yek. Em ê di danişînê de vê yekê daxwaz bikin. Ev dê bandorê li doza me ya bingehîn bike. Di dosyaya me de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Ji bo gumanbaran xelek teng dibe. Giran jî be wê lêpirsîn bê rêvebirin. Hevdîtina Gulistanê ya dawî bi kesê gumanbar re çêbû û êrîş jî lê hat kirin. Bi têkoşîna me ya hiqûqê û ya jinan pêşveçûn çêdibe. Ez bawer dikim ku wê aqûbeta Gulistanê derkeve holê, em ê ji lêpirsînê encamekê bigirin.”   MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek