Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin 2021-01-23 13:44:28 AMED - Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû dema ku ji avahiya partiya xwe derdiket li dijî heqaret û gefên koma li ber deriyê HDP'ê bi nîşaneya serkeftinê bersiv da bû. Dîmenên hewldana êrîşê ya komê ket ber kamerayan. Lêpirsîn ne li heqaet û gefan, li nîşaneya serkeftinê vekirin.    Koma bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû 509 roj in bi îdeaya “zarokên we revandine çiyê” bi polîsan re li pêş avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê tên rûniştandin, heta niha bi fîzîkî û devkî êrişî gelek rêveber û endamên partiyê kirine. Li gel hemû giliyên derbarê van êrîşan de jî, tu lêpirsînek nehat vekirin û bi gilîkirina van kesan gelek îfadeyên gelek rêveber û endamên partiyî bi îdeaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   DÎMENÊN KAMERAYA POLÎSAN HATIN SERWÎS KIRIN   Bi taybetî di rojên daxuyaniyên çapemeniyê, panel, konferans û kongre bên lidarxistin de, ev kom bi heqaret û gotinan êrîşî endam û rêveberên partiyê yên dikevin avahiya partiyê dikin. Êrîşên gef û fîzîkî yên vê komê, ji aliyê polîsan ve tê kişandin, hin cihê dîmenan tên montajkirin û serwîsî medya alîgirê desthilatê tê kirin. Pişt re jî ev dîmen dikevin dosyeyên lêpirsînan.     DEMILDEST LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN   Herî dawî Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû rastî êrîşên provakatîf ên vê komê hat. Piştî daxuyaniya têkildarî “Hevdîtinên Kar û Nan” a 21’ê Çileyê Katircioglû û parlementerên din ên bi wî re ji avahiya partiyê derketin û di dema derketinê de rastî heqaret û dijûnên vê komê hatin. Katircioglû jî tenê bi nîşaneya serkeftinê bersiv da komê. Lê dûre derbarê Katircioglû de di heman rojê de bi ser dîmenên manîpulatîf ên ji raya giştî re hatin serwiskirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.   PROVAKE KIRIN    Em gihiştin dîmenên kamerayên li pêş avahiya HDP’ê ku wê bûyerê bi awayekî vekirî nîşan dide. Tê ditîn ku hatina komê ya heta derê avahiyê bi destûra polîsan pêk hatiye. Tê bihîstin ku ji pişt barikata polîsan ji parlementerên HDP’ê yên ji avahiyê derdikevin re xeber tên gotin, heqaret tê kirin û gef lê tên xwarin.    XWESTIN ÊRÎŞ BIKIN   Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku Katircioglû dema ber komê re derbas dibe û biçe li erebeya xwe siwar bibe nîşaneya serkeftinê dike. Li ser vê yekê hinek endamên komê yên pişt barîkatên polîsan dixwazin barîkatan derbas bikin û bi awayekî fîzîkî êrişî Katircioglû û partiyiyên din bikin.