Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man 2021-01-23 16:23:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurê rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê di sala 1992'yan de, ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin Dîcle Anter, bi bîr xist ku ji bo demboriya doza bavê wî 18 meh man.    Kurê rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê bi çekê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin Dîcle Anter, bal kişand ser darizandina doza derbarê cînayeta bavê wî de hatibû vekirin. Dîcle Anter, li ser hesabê xwe yê medya civakî, bi bîr xist ku ji bo demboriya dozê ya li 6'emîn Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin 18 mah man û wiha got: "Ji bo demboriya doza Mûsa Anter, 18 meh man."