'20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê' 2021-01-24 09:07:00   ŞIRNEX - 20 sal derbas bûn, lê hê jî aqûbeta Serokê HADEP'a Silopiyayê û rêvebirê navçeyê Ebûbekîr Denîz nediyar e. Heya niha kesek jî nehatiye cezakirin û dosye jî hatiye girtin.    Serokê HADEP'a Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz, di 5'ê Çilêyê sala 2001'ê ji bo îfadeyê çûbûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Lê belê piştî ku çûn qereqolê hew vegeriyan û ji wê çaxê heya niha aqûbeta wan nediyar e. 20 sal derbas bûye lê belê heya niha kesek jî nehatiye cezakirin. Derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeya Şirnexê yê berê Levent Ersoz de ku tiliya wî di windakirina Taniş û Denîz de heye, tu lêpirsîn jî nehtaibû destpêkirin. Piştî ku rêya hiqûqa navxweyî xitimîbû malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribû.    Malbat û parêzerên Taniş û Denîz anîn ziman ku ji bo berpirsiyar bên darizandin dê bitêkoşin.   DOSYA LI DMMÊ'YÊ YE    Parêzer Hakîm Taniş ku birayê Serdar Taniş e û parêzerê dosyeyê ye, bal kişand li ser pêvajoya wendakirina Taniş û Denîz. Taniş, diyar kir ku li gel guhertina pêvajoya siyasî helwesta darazê jî guheriye û wiha qala pêvajoya hiqûqî kir: "Di sala 2001'ê de birayê min Serdar û Ebûbekîr Denîz piştî ku ji bo îfadeyê çûn qereqola navçeyê, êdî tu agahî ji wan nehatin girtin. Di serî de doz li Sîlopyayê dihat lidarxistin. Dû re dosye şandin Amedê. Li gel girtina dadgehên taybet dosya dîsa anîn Sîlopyayê. Pişt re serdozgeriyê dîsa derheqê dosyayê de biryara neşopandinê da. Li gel vê biryarê em parêzerên dozê me serlêdanên xwe yên hiqûqî kirin.  Her wiha me serî li dadgeha Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cizîrê jî da. Ev liberabûna me jî bi teqezî hat redkirin. Piştî ku hat redkirin, di sala 2015'an de me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Di sala 2019'an de dadgeha qanûna bingehîn jî ev serlêdan red kir. Di serlêdana me ya DMME'yê de Tirkiye hat mehkûm kirin. Li gel pêvajoya muzakereyê dosyayên wendayan dîsa ketin rojevê. Ew pêvajo wekî malbatên wendayan di me de hêviyek ava kir. Lê li gel guhertina pêvajoyê helwesta darazê guherî. Em parêzerên Taniş û Denîz jî me di sala 2020'an de dîsa serî li DMME'yê da. Dosye niha li DMM'ê tê sekinandin."    'KIRYARÊN BÛYERÊ AŞKERE NE'   Parêzer Hakîm Taniş anî ziman ku heta ku rastî neyê ronîkirin û kujer hesab nedin ew ê dev ji têkoşîna xwe ya di vî warî de bernedin û wiha got: "Her çi qas bibêjin ku kiryarên vê bûyerê meçhûl in jî em dizanin ku kiryarên wan nasin û di nav me de ne. Ev kes ji hêla peywirdarên dewletê ve hatin wendakirin. Ev suc ji hêla van kesan ve pêk hat. Ev mirov, di binçavan de hatin wendakirin. Ev jî şerma dewletê ye. 20 sal di ser re derbas bûn, lê hîn jî encamek nehatiye bidestxistin. Ev nêzîkatiya darazê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe Tirkiye ne qanûnan nas dike û ne jî biryarên DMME'yê nas dike. Helwesta darazê polîtîk e. Dema ku birayê min wenda kirin, min hîn dibistana amadeyî dixwend. Armanca min xwendina beşa hiqûqê nebû. Ez ji vê bûyerê bandor bûm û min beşa hiqûqê xwend. Heta ku kiryar dernekevin holê ez ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedim. Heke ku hêvî tune be, jiyan nabe. Di rêyên herî asêmayî de tişta ku mirov rizgar dike hêvî ye. Divê hêvî hebe ku jiyan hebe. Hêviya min heye wê rojekî ev bûyer ronî bibe. Kiryarên bûyerê aşkere ne. Bi vê hêviyê ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim."    'HEZAR CARÎ GEFA KUŞTINÊ LI SERDAR XWARIN'    Bav Şuyaîp Taniş ku bi salan e li kurê xwe digere, aşkera kir ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz berpirsyarê windakirina kurê wî ye. Taniş, diyar kir ku berî ku kurê wî bê windakirin, Ersoz bangî wî kiriye û pirsa Serdar ji wî kiriye û wiha got: "Serdar her tim bi gefên wan re rû bi rû dima. Her tim bi kuştinê dihat tehdîtkirin. Dema ku ev gef dikirin jî bi awayeke aşkere dikirin. Carekerî fermandarê cendirmeyan li min geriya û got, 'heke Serdar dest ji vî karî bernede ez ê we bikujim.' Min jî got HADEP partiyeke qanûnî ye, sedem tune ku bê girtin, heke pirsgirêkek hebe dikarin li Enqereyê bigirin. Li min vegeriya û got, 'Ez nahêlim Serdar bikeve vê axê. Ez ê nehêlim ew bijî. Fermî be ne fermî be ji min re ferq nake. Ez tu carî destûrê nadim ku li herêma min HADEP bê vekirin.' Jixwe piştî vê gefê ji bo îfadeyî bang li Serdar kirin. Piştî çûyina Serdar me êdî tu agahî negirtin. Bi hezaran caran Serdar bi kuştinê tehdît kirin. Min ji fermandarê Alaya Cendirmayan re jî got, 'Dibe ku we bi hezaran mirov bi vî awayî wendakiribin, lê dê ev wisa nemîne.' Li gel wendakirina kurê min me serî li heman deran da, lê doz hîn jî bêencam e. Kiryar aşkere ne, edalet tune ye. Daxwaziya me ew e ku faîlên Serdar û Ebubekîr bên dîtin."   20 SAL IN LI BENDA BAVÊ XWE YE    Ceylan Denîz, gava 5 salî bûye bavê wê Ebûbekî Denîz hatiye windakirin. Wekî 4 xwişk û birayan xwe, ew jî bi hesreta dîtina bavê xwe mezin bûye.    Denîz, diyar kir ku ew bi hêvîdar e ku wê rojekî kiryar hesab bidin û wiha got: "Dema ku bavê min windakirin, ez 5 salî bûm. Bavê min bazirgan bû û carina diçû başûr û ji ber kar bi hefteyan nedihat malê. Min bavê xwe gelek zêde nas nekir. Lê ew roja ku bavê min ji malê derket û êdî nema hat, tu caran ji bîra min naçe. Piştî ji malê derket êdî nehat. Lê me her tim digot 'Wê rojekê bavê me li derî bixe û bê.' Em bi vê hêvî û baweriyê mezin bûn. Ne gora bavê min çêkirin û ne jî şîna bavê min danîn. Diya min her tim ji me re digot 'Wê rojekê bê.' Lê 20 sal derbas bûn, bavê min nehat. 20 sal in ez li benda hatina bavê xwe me. Bavê min di nav dilê me de birîneke kûr e. Her miriyekî gora xwe heye. Lê gora bavê min tune ye û ev 20 sal in em li benda hatina wî ne. Em kiryarên wan nas dikin. Di sala 2012'an de ji me re gotin, 'Li Kerboranê goristanek hatiye dîtin, dive goristana wan be.' Dilê me aram bû. Me got, qet nebe dê goreke wan hebe. Piştî ku mehek bû hat ragihandin ku ew ne bavê min e. Em li ku dera cîhanê bin jî, em ê li kiryaran bipirsin. Hêviya min ji vê pergalê tune ye. Lê heta ku rastî dernekeve holê em ê nesekinin."   MA / Zeynep Dûrgût