Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê 2021-01-24 09:08:37   WAN - Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, di bersiva xwe ya derbarê nelirêtiya di midûriyetên tapo û kadastroyê de hatine kirin, diyar kir ku di navbera 2010-2020'an de derbarê 4 hezar û 628 personelî de, di warê bertîlstendin, zîmet û hîlekirinê de lêpirsîn hatine destpêkirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, derbarê nelirêtiyên li midûriyetên tapo û kadastroyê de ku di raporên Dîwana Muhasebatê de cih girtine, di 26'ê cotmeha 2020'an de pêşniyazpirsek berpêşî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kiribû. Serokatiya Stratejiyê ya girêdayî wezaretê, pêşniyazpirsa Orhanê bersivand.    LÊPIRSÎN   Di bersivê de hat diyarkirin ku piştî îxbar û giliyên di navbera sala 2010-2020'an de hatine kirin, di warê bertîlstendin, hîlekirin û sûcê zîmetê de, derbarê 859 personelî de lêpirsîn hatine destpêkirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku di nav heman salan de derbarê hezar û 767 personelên midûriyeta giştî de jî lêkolîn û lêpirsîn hatine kirin û di çarçoveya lêpirsînan de bi giştî 4 hezar û 628 personel ketine ber lêpirsînan.    MA / Mujdat Can