Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê 2021-01-24 09:21:42     AMED - Li nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hatibû girtin, Mazlûm Dolan 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Dadgehê biryara xwe ya derbarê cezakirinê de aşkere kir. Di biryarê de dîmenên ku dolan girtin û nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "weşanên li dijî dewletê" sûc hatine hesibandin.    Derbarê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de ku bi KHK'ê hatibû girtin, Mazlûm Dolan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û 7 sal û 6 meh ceza li Dolan hatibû birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê biryara xwe ya derbarê cezakirinê de aşkere kir.    Di biryarê de agahiyên derbarê avakirina PKK û KCK'ê û pêvajoya xwerêvebiriyê ya Sûrê de cih girtine. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku di şerê li Sûrê de 66 polîs û esker mirine, 549 kes birîndar bûne û 64 endamên rêxistinê jî jiyana xwe ji dest dane.    Di biryara ku îfadeyên şahidên aşkere û nepen cih girtine de, hatiye gotin ku gava Dolan ji Sûrê derketiye û hatiye binçavkirin, kincên wî û materyalên wî hatine vekolandin, lê belê tu sûc nehatiye tespîtkirin. Lê belê hatiye îdiakirin ku di mînakên svapê yên ji Dolan hatine girtin û li Midûriyeta Laboratûvara Krîmînal a Polîsan a Amedê de bermayiyên madeyên sotemenî hatine tespîtkirin.    PEYAMA WÎ YA JI BO NÛÇEYAN WEKÎ ÇALAKIYÊ HATIYE HESIBANDIN    Di biryarê de peyamên Dolan ku ji ajansa xwe DÎHA'yê re şandine wekî çalakiyê hatine nirxandin. Di biryarê peyamên sivîlan ên ku Dolan ji bo nûçeyê ji ajansê re şandine cih girtine û ev peyam wekî çalakiyê hatine nirxandin: "Çawa ku bi ruhê Kobaniyê serhildan çêbû, bila ji bo Sûrê jî rabin ser xwe. Roj, roja namûs û şerefê ye."    Wê demê li Sûrê korîdorek hatibû vekirin, ji bo sivîlan. Tevî Dolan gelek sivîl derketibûn. Lê belê di biryarê de hatiye derpêşkirin ku Dolan bi fermana rêxistinê derketiye.    'WEŞANÊN DIJÎ DEWLETÊ'    Di biryarê de hatiye diyarkirin ku Dolan li mewziyên ku endamên rêxistinê çêkirine geriyaye, bi endamên rêxistinê re hevpeyvîn kirine û dîmen girtine. Dadgehê di biryara xwe de derpêş kiriye ku dîmenên ku Dolan girtine û nûçeyên ku şandine weşanên dijî dewletê ne û hatiye îdiakirin ku Dolan di nav DEM-GENÇ'ê de cih girtiye.   MA / Mehmet Şah Orûç