Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe 2021-01-24 09:25:42   AMED - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bajarê herî zêde bandorê ji krîza aborî digire Amed e û got: "Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe û polîtîkayên cihêkariyê bi dawî nebin, xweşî nepêkan e."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 21'ê Çileyê de di çarçoveya "Hevdîtinên Kar û Bar" de kampanyaya "Aboriya Jiyana Nû" dabû destpêkirin. Cîgirê Heyeta ku Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Garo Paylan jî di nav de du rojan li bajêr serdana rêxistinên sivîl û gel kiribû. Paylan derbarê "Hevdîtina Kar û Bar" de axivî.    KÊR GIHAŞT HESTΠ   Paylan, anî ziman ku ji ber ku krîza aborî û pandemî bi hev re rû dane, gel hîn bêtir xizan bûye û êdî krê gihaştiye hestî. Paylan, bilêv kir ku ji bo ku li tevahiya bajaran guh li daxwazên gel bikin di çarçoveya "Hevdîtinên Kar û Bar" de hin xebat dane destpêkirin.    JI DU KESAN KESEK BETAL E    Paylan, bal kişand ser sedema ku ji bo çi li Amedê dest bi hevdîtinên xwe kirine. Paylan, bilêv kir ku ji ber ku bajar di warê pirsgirêka kurd de bi cihêkariyê re rû bi rû dimîne, ji vir dest pê kirine û got: "Helbet li Tirkiyeyê betalî heye. Li gor hejmarên fermî li Tirkiyeyê rêjeya betaliyê ji sedî 12 ye. Lê asas rêje ji sedî 25-30 ye. Li Amedê ji du kesan kesek betal e. Yek ji bajarên herî bi derd û kul Amed e."    PIRSGIRÊKA KURD   Paylan, destnîşan kir ku Amed di warê çandinî, pîşesazî, bazirganî û turîzmê de yek ji bajarên potansiyela wê mezin e. Paylan, diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hevdîtin bi komele, sendîka, odeyên pîşesaziyê, karker û kardêran re kirine. Paylan got: "Amed, bajarê herî polîtîk ê Tirkiyeyê ye. Amedî, hay ji polîtîkayên welêt hene. Neçareserkirina pirsgirêka kurd hem aramî li bajêr nehiştiye hem jî potansiyela aramiyê nehiştiye. Erdên Amedê têra tevahiya herêmê dike. Di warê pîşesaziyê de jî xwedî potansiyeleke mezin e. Çîrokeke wê ya 12 hear salî heye ku dikare salê malovaniya 5 milyon turîstan bike. Lê belê ev yek nayê bikaranîn. Heya ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û polîtîkayên cihêkar bi dawî nebin, dê xweşî çênebe. Li Amedê karker, gundî, kardêr giş heman tiştî dibêjin."    DAXWAZA: AŞTÎ, KAR    Paylan, destnîşan kir ku gelê Amedê hay ji êrîşên li ser HDP'ê heye û di hevdtinan de guh li bendewarî û daxwazên gel kirine. Paylan got: "Vê carê em ji bo hîn bêtir guh li wan bikin hatin. Me nêzî 14 civîn çêkirin û me guh li sedan kesî kir. Di sala 2021'ê de armanca me em biçin 81 bajaran. Me nîşeyên civînan girtin û em ê bi van nîşeyan rêya polîtîkaya xwe diyar bikin. Em ê rojeva gel û ya partiyê bi yek bikin. Jixwe me di civînan de dît ku yek in. Gelê me hem doza aramiyê hem doza aştiyê hem jî doza xweşiyê dike. Helbet doza kar û na jî dike. Me ev daxwaz danîn ber xwe. Tişta ku me dît; li Tirkiyeyê nan biçûk e; yanî em hindikî hildiberînin hem jî nanê ku tê hilberandin bi beêdaletî tê payêkirin. Nanê tê hilberandin piranî diçe qesrê. firdikên nên jî li gel tê belavkirin. Lewm divê em bernameyeke aboriya biedalet deynin ber xwe."    ARMANC ABORIYA JIYANA NÛ    Paylan, anî ziman ku di bernameya partiyê de bi bernameya bi navê "Aboriya Jiyana Nû" aboriyeke biedalet pêşniyar kirine û got: "Me derbarê aboriya jiyana nû de hem bang li karkeran hem jî bang li kardêran kir. Me ji wan re got, 'Werên em şert û mercên vê peyda bikin û bi hev re aboriya Amedê xurt bikin.' Me biryar girt ku em bi hev re bixebitin. Wê pêwendiya me ya di vî warî de bidome."    MA / Ergîn Çaglar