Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan 2021-01-24 11:39:21   STENBOL – Hevserokên HDP’a Esenyûrtê ku di serdegirtina avahiya xwe de hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên xwe yên gotin dayînê hatin berdan.    Duh di saetên şevê de bi ser avahiya HDP’a Esenyûrtê de girtibûn û deriyê wê şikandibûn û ketibûn hundir û bi saetan lêgerîn pêk anîbûn. Di serdegirtinê de polisan, ewraq, pirtûk, flama û alên partiyê desteser kiribûn û Hevserokên HDP’a Esenyûrtê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam jî binçav kiribûn. Her du hevserok jî piştî kirariyên xwe yên gotin dayînê hatin berdan.