Li Wanê kesek binçav kirin 2021-01-24 12:59:40   WAN – Li Wanê di serdegirtina malan de polisan welatiya bi navê Perîhan Karaman hat binçav kir.   Duh di saetên êvarê de li taxa Alîpaşa ya Wanê polisan bi ser malan de girt û hevjîna Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin Perîhan Karaman binçav kir. Hat diyarkirin ku Karaman, ji ber dosyayeke berê ku jê hatiye darizandin hatiye binçavkirin û ji bo gotinê girtine birine Miduriyeta Polisan a Wanê.