Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê 2021-01-24 13:17:49   ERZIROM – Cenazeyê siyasetmedarê kurd Metîn Adûgît ku hatibû angaştkirin li Herêma Kurdistanê li girtîgehê qrîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye ji bo otopsiyê ji Şirnexê birin Erziromê.    Hevserokê berê yê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Ebexê ya Wanê Metîn Adûgît, sala borî li Herêma Kurdistanê ji aliyê Asayîşa Hewlerê ve hatibû girtin û di 10’ê çileya 2020’an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Rayedarên Herêma Kurdistanê ku demeke dirêj mirina Adûgît ji malbata wî veşartin, angaşt kirin ku Adûgît li girtîgehê ji ber qrîza dil jiyana xwe ji dest daye.    CENAZE ŞANDIN ERZIROMÊ   Di encama hewldanên HDP’ê cenazeyê Adûgît, di 22’ê çileyê de hat Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cezayê Adûgît piştî ku 2 rojan li Şirnexê hat rawestandin îro ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Erziromê.    AKP KEMÇE NEDA MALBATA ADÛGÎT   Piştî ku cenazeyê Adûgît hatibû Şirnexê malbata wî ji bo kolandina gorê serî li Şaredariya Ebexê dabû û kemçeyê xwestibû. Lê Şaredarê AKP’î kemce nedabû malbatê û ji neçarî malbatê gorê di bin sir û seqemê de bi desta kolabû.