Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî 2021-01-24 14:26:01   STENBOL –  Xwûça Gokhan Guneş ku hatine revandin Gulhayat Guneş, diyar kir ku Midurê Polisan jê re gotiye ku wê di demeke kurt de Guneş radestî wan bike û got ku heta ku ew birayên xwe nebînin dê nesekinin.   Malbat û hevalên Gokhan Guneş ku di 20’ê çileyê de ji aliyê kesên ku tê angaştkirin  polis in ve hat revandin û agahî jê nayê girtin çalakî li dar xistin. Dema çalakiyê 12 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Xwuça Guneş Gulhayat Guneş jî di nav kesên ku hatibûn binçavkirin û hatin berdan de bû. Guneş, diyar kir ku di bin çavan de polisan gefan li wan xwariye û je wan re gotine ku dibe ku TEM’ê Gokhan girtî be û heta çend rojan wî berdin.    ‘HETA DÎTINÊ ME Ê NESEKININ’   Guneş, da zanîn ku duh jî li Qereqola Polisan a Şehît Zekî Kaya ya Îkîteliyê serlêdana windabûna Guneş kirine û ev tişt got: “Heta ku em birayê min nebînin û agahî ji me re neyê em ê nesekinin û Bêdeng nebin. Wê nikaribin me bidine sekinandin. Dixwazim ku herkes deng bide me û birayê min bê dîtin.”   ‘DI DEMEKE NÊZ DE RADESTÎ WE BIKIM’   Guneş, diyar kir ku bi Midurê Polisan ê Vatanê re jî hevdîtin kiriye û derbarê vê hevdîtinê de ev agahî dan: “ Dema ku min ji midur re got ‘birayê min bibînin’. Negot, ‘ez ê Gokhan bibînim’. Got, ‘di demeke kurt de ez ê radestî te bikim’. Ev jî nîşan dide ku Gokhan di destê wan de ye. Ji ber vê bila demildest derbarê aqûbeta birayê min de agahî bidin. Îro birayê min e dibe ku sibê kesekî din be. Bila raya giştî deng bide.”