Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye 2021-01-24 15:35:57   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Erol Katircioglû, diyar kir ku koma li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê hewl daye wan lîn bike û ev tişt got: “Nîşana serkeftinê ne li dijî dayikên jandar li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne bû.”   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû ku ji bo Kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ a partiya xwe hatibû Amedê û ji aliyê koma li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ve heqaret lê hatibû kirin, têkildarî vê heqaretê û geşedanên ku pişt re qewimî bûn daxuyaniyeke nivîskî da. Katircioglû, di destpêka daxuyaniya xwe qala sekna xwe ya sîyasî kir û da zanîn ku timik li aliyê bindestan bûye û pêşniyar li koma ku di bin navê “Dayikên Amedê” de li ber avahiya partiya wî ya Amedê kom bûye kir ku ji bo çareseriyê biçin ber meclisê û avahiyên AKP’ê ku welat bi re ve dibe.    HEWLDAN LÎNCÊ   Katircioglû, piştî vê pêşniyarê qala nişana serkeftinê ku li Amedê kiribû û geşedanên ku piştî vê qewimî bûn û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Tiştên pêk hatin ji çalakiyeke şermezarkirinê wêdetir hewldana lînçe bû. Nîşan serkeftinê ku min kir ne li dijî dayikên jandar îttîrazeke li dijî desthilata ku jana dayikan li dijî HDP’ê bi kar tîne bû.”