Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da 2021-01-24 16:27:55     COLEMÊRG - Li Colemêrgê, leşkerê ku dema kontrola rê pêl mayînê kiribû û birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.     Li Colemêrgê, dema operasyoneke leşkerî, leşkerî bi navê Selîm Gedîk di kontrola rê de pêl mayînê kiribû û bi giranî birîndar bûbû. Gedîk, îro li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Zanîstên Tenduristiyê (SBU) jiyana xwe ji dest da.