Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin 2021-01-25 09:04:13   MERSÎN – Penaberên Sûriyeyê ku bi hinceta bikaranîn qaçax ceyrana wan hatiye birîn, di vê sir û seqema zivistanê de weke çareserkrinê kincên xwe dişewitînin û xwe germ dikin.    Penaberên Sûriyeyê ku li gundê Adanalioglû yê navçeya Akdenîzê ya Mersînê ji xwe kon vedane û li bi cih bûne, 4 roj in di tariyê de ne. Xebatkarên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Toroslarê, di 22’ê çileyê de bi hinceta ku ceyrana qaçax bi kar tînin, bi polisan re yek bi yek li konan geriyan û ceyrana wan birîn û qabloyên ceyranê bi xwe re birin. Her wiha derbarê 40 kesî de jî binceta ku ceyrana qaçax bi kar tînin girtek girtin. Penaberên ku di nîveka zivistanê de bê ceyran man, bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ne.    KINÇÊN XWE DIŞEWITÎNIN   Penaber xwarinên xwe li ber konên xwe bi agirêkê da didin çêdikin û ji ber ku ava wan a germ nîne di hêla paqijiy û şûştinê xwe pirsgirêk dijîn. Ji penaberan Ayşe Hasan ku bi rojê bi 65 TL’yan li serayan dixebite, diyar kir ku 4 roj in di rewşeke perîşan de ne û wiha got: “Em bi şev di tariyê de ne. Pitikên me yên ku xwedê wan nû dane hene. Me berê sobeya ceyranê bi kar dianî, lê niha ji neçarî em agir da didin. Ji ber ku me berê ceyranê bi kar dianîn êzingê me tunene. Niha jî em kîncên xwe dişewitînin û xwe germ dikin.”   NEXWEŞÊN GIRÊDAYÎ CÎHAZ   Penaberê bi navê Mûstafa Alî jî destnîşan kir ku nexweşên wan ên girêdayî cihaza bêhngirtinê hene û ev tişt anî ziman: “Li qampa me 4 kes cîhazên bêhngirtinê bi kar tînin. Ji ber ku ceyrana me nîne, em cihazan dibin cem kesên ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî me ne li ceyranê dixin. Heke ku bi awayekî lezgîn cîhaz pêwîst bike em nizanin ku em ê çawa bikin.”   BANGA HDP’Ê YA ÇARESERIYÊ   Berdevka Komîsyona Penbaran a HDP’ê Rojîn Zeytînoglû, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku penaber 6 sal in li heman herêmê dijîn û li gel hemû hewldanên wan jî ceyran ji wan re nayê kişandin û wiha got: “Li gel ku penaber dibêjin wê heqê ceyrana xwe bidin jî ji wan re ceyranê nakişînin. Li qampê 200 jê zarok bi giştî nêzî 60 kes dijîn. Di nav wan de pitikên ku hê nû ji dayik bûne jî hene. Gelo kîjan wijdan qebûl dike ku di vê sir û seqemê de ev mirov mehkûmî tarîtî û sermeyê bên kirin? Di serî de walîtî em bang li hemû rayedaran dikin ku bi awayekî guncav ceyranê bikişînin qampê.”     MA / Omer Akın