Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye 2021-01-25 15:50:30   STENBOL - Hiqûqnas Ercan Kanar, têkildarî serdegirtina avahiya HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê ya der barê posterên Ocalan de nirxand û destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûq û Destûra Bingehîn (AYM) ye.    Polîsan bi hinceta posterên Rêberê PKK'ê Abdullah li avahiya HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê heye, şev nîvê şevê bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Polîsan bêyî rêveberên HDP'ê agahdar bike bi ser avahiyê de girtin û deriyê avahiyê bi balyozan şikandin. Polîsan piştî 6 saetan li avahiyê lêgerîn kirin, dest danîn ser posterên Ocalan, alav û amûrên li avahiyê.    Bertek û nerazîbûna li dijî serdegirtina polîsan a avahiya HDP'ê didome. Ji ber ku dadgehê jî kesên ji ber posterên Ocalan dihatin darizandin beraet kiribûn. Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan desteserkirina posterên Ocalan wekî gavek li dijî hiqûq û destûra bingehîn pênase kirin. Heta niha dagehên herêmî, Dadgeha îstinafê, Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn AYM'ê, gotinên “Birêz Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û posterên Ocalan û niqaşên li ser azadiya Ocalan wekî azadiya ramanê pênase kiribûn.    AZADIYA RAMANÊ ÎHLAL KIRIN   Di 31'ê Adara 2020’an de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), doza der barê 2 kesên ku formên wêneyê Ocalan li ser hebû belav kiribû ceza birîbu xera kir û di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand.    Dîsa 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, di 6'ê Sibata 2015'an de li Navçeya Rezan a Amedê Berrin Baran Eker û Muzzaffer Ozbek  ên formên wêneyên Ocalan li ser heye vekiribûn, 10 meh ceza birîbû. Lê AYM'ê biryar xera kir û di çarçoveya azadiyê de girt dest.    Di mîtînga HDP'ê ya 5'e Hezîrana 2015'an ku li Qada Îstasyona Amedê pêk hat de zarokê 17 salî M.Î bi hinceta posterê Ocalan vekiribû, dadgehê heta 5 salan ceza jê xwest Lê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê der barê M.Î de biryar da û wekî azadiya ramanê girt dest û beraet kir.    Di 25'ê Hezîrana 2014’an de der barê parêznameyên Ocalan a "Manîfestoya Şoreyê ya Kurdistanê û Çareseriya Neteweya Demokratîk a Pirsgirêka Kurdan de biryara komkirinê dabûn. AYM'ê jî biryar xera kir û diyar kir ku komkirin li dijî hiqûqê ye.    Hiqûqnas û Parêzer Ercan Kanar, têkildarî serdegirtina avahiya HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê ya der barê posterên Ocalan de nirxand û destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûq û Destûra Bingehîn (AYM) ye. Kanar, biryarên AYM'ê yên der barê Ocalan de dane bibîr xist û anî ziman ku ev yek azadiya fikr û ramanê ye. Kanar, da zanîn ku dîtina poster û wêneyên Ocalan ên li avahiya HDP'ê ne qedexe ne û wiha got: "Sedemae serdegirtina polîsan a avahiya HDP'e li dijî biryarên AYM'ê ne. Bi vê yekê hiqûq û AYM binpê kirine."      MA / Erdogan Alayumat