HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin 2021-01-25 16:11:04 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû ku beriya danişîna Sedat Şenoglû daxuyanî da, xwest ku Şenoglû bê berdan û diyar kir ku li gel hemû zextan jî wê têkoşîna wan bidome.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê danişîna Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglû ku dê sibê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were ditîn de li navenda xwe ya giştî ya li navçeya Beyoglûyê ye civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Dilşat Cambaz û pêkhateyên HDK’ê tevlî civîna çapemeniyê bûn. Pankarta “Ji bo herkesê edalet, li operasyonên siyasî re bes” li eywana civînê hat daliqandin.    TIRSA FAŞÎZMÊ   Di civînê de ewil Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî. Ûgûrlû, diyar kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li her derê welat belavbûye û wiha got: “Faşîzm dema teng dibe ji bo ku bêhnê bistîne dixwaze bi êrîşkirina HDK’ê û pêkhateyên wê xwe li ser piya bigire. Girtina Hevseroka DTK’ê Leyla Guven û Hevberdevkê me Sedat Şenoglû mînakên vê yekê ne. Desthilatiya ku têkiliyên xwe ji gel qût kirine, dixwaze têkiliyên kesên bi gel re tevdigerin bibire. Em di pêvajoyeke ku têkoşîna kurdan û kesên têdikoşin her ku diçe mezin dibe de derbas dibin. Kesên ku dixwazin bibin asteng, her şev deriyê saziyeke me dişkênin û hevalên me binçav dikin. Li qesrê şewatek heye û kesên şewat derxistin jî ew bi xwe ne. Ji bo ku vê veşêrin êrîşî me dikin. Lê li gel hemû zextan jî têkoşînek û mûxalefetek heye.”   JI DESTHILATDARIYÊ RE BANG   Ûgûrlû, bang li desthilatê kir û wiha berdewam kir: “Hevberdevkê me 136 roj in dîl girtî ye. Zextên we nikarin me têk bibin. Ji qesrên we yên bêedalet re em ê edaletê bînin. Em ê azadî û wekheviyê bînin ser vê axê.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya jî banga bidawîkirina bêhiqûqiyan kir û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku bi hezaran kes li girtîgehan tên girtin de derbas dibin. Hêza me ya ku em vê pêvajoyê biguherînin heye. Ji bo ku em vê pêvajoyê biguherînin têkoşîna hevpar şert e.”   ‘HEMÛ NASNAMEYAN TUNE DIHESIBÎNIN’   Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûmrû jî diyar kir ku di pêvajoyeke ku li vî welatî hemû nasname tune tên hesibandin de derbas dibin û wiha axivî: “Hemû şopdarên heqîqetê niha bedel didin. Heke ji bo pêşerojê hêviyeke me hebe, divê hemû gelên ku hêviyên wan hene gotina xwe bêjin.”   POLÎTÎKAYÊN BÊRÛMETKIRINÊ   Hevberdevkê Partiya Çep û Keskan Sînan Tûtal jî da zanîn ku sedemê ne rûniştina pergala yek mirovî têkoşîna wan e û wiha got: “Desthilatî ji ber acize, li dijî mûxalefete polîtîkayên bêrûmetkirinê xistine meriyetê. Dema ev yek jî nebe girtin dikevin meriyetê. Girtîgeh niha bi hevalên me yên girtî tejî ne. Ji ber vê yekê em dixwazin ku hevalên me yên dîl girtî bên berdan.”   SOZA TÊKOŞÎNÊ   Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûkê jî destnîşan kir ku desthilatî dixwaze li welat faşîzmê bide rûniştandin û wiha axivî: “Faşîzm tam jî eve. Me dewam kir ku li dijî faşîzmê li her derê bin. Em hem li têkoşîna hevalê xwe Sedat hem jî ya hevalên me yên din binêrin û têkoşîna xwe bidomînin.”   PEYAMA DESTHILATÊ   Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî diyar kir ku êrîşên desthilatê wê ne yên ewil ne jî yên dawî bin û wiha got: “Pergala faşîst a qesrê bi êrîşan dixwaze qeyrana nerêvebirine bipeçîne. Weke revandina hevalê me Gokhan Guneş. Li pêş hemû dîmenkêşan hat revandin. Ev peyameke ji me re. Bi vê pêyamê dibêjin ‘heta ku hûn têkoşîna xwe mezin nekin wê binçavkirin, girtin û windakirin bidomin.’ Pêvajo bang li me hemûyan dike. Divê em têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî mezin bikin û li dijî desthilatê bisekinin.”   Pişt re pêkhateyên din qala girîngiya têkoşîna bi rêxistinkirî kir û destnîşan kirin ku li dijî êrîşan wê bi hevre têbikoşin.