Li Licê 27 kes hatin girtin 2021-01-25 16:35:21   AMED – Di operasyonên ku ji 9’ê çileyê ve li navçeyê Licê tên domandin de 27 kes hatin girtin.    Li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişirfê yên navçeya Licê ya Amedê ji 9’ê çileyê ve operasyonên leşkere tên lidarxistin. Roja destpêkê ya operasyonê di navbera leşker û HPG’iyan de şer derket û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn.    8 KES GIRTIBÛN   Piştre leşkeran bi ser gundên herêma operasyonê de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Di serdegirtinan leşkeran gefan li gundiyan xwaribûn. Mehmet Şah Bozkûş, Siddik Ozkan (63), Ferzende Ozkan, Omer Yildirim re 8 kesên ku di serdegirtinên di navbera 9 û 18’ê çileyê de hatibûn binçavkirin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    HDP’Ê SERDANA GUNDIYAN KIR   Piştî girtina parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Semra Guzel û gelek rêveberên HDP’ê çûbûn serdana gundan û bi gelê herêma operasyonê re hatibûn gel hev. Gundiyan, di hevdîtinê de diyar kiribûn ku roja operasyonê gelek tirsiyane û leşkeran heqaret li wan kirine û destê wan di pişt de kelemçe kirine. Lêkolînên heyeta HDP’ê yên derbarê herêmê de didomin.    OPERASYONA DUYEMÎN   Piştî van binçavkirin û girtinan operasyoneke din a mezin li herêmê hat destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de leşkeran di 19’ê çileyê de li navend Licê û gelek gundên herêma operasyonê bi ser malan de girtin û bi angaşta “hişbirê” 35 kesan binçav kirin. Ji van 35 kesan 19 jê hatin girtin û 7 jê jî bi şertê kontrola edlî bi giştî 16 kes jî hatin berdan.    ELEQEYA OPERASYONÊ BI HIŞBIRÊ RE TUNEYE   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin eleqeya operasyonê bi hişbirê re tuneye û ji ber şerê di 9’ê çileyê de operasyonê tên berdewamkirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkeran dema serdegirtina malan diyar kirine ku ew li HPG’iyê birîndar digerin. Dîsa li gorî çavkaniyan liv û tevgera leşkerî li herêmê didome û gelek gundî ji ber operasyonan nikarin biçin gundê xwe û li navenda navçeyê mane.