Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane 2021-01-25 16:46:44   STENBOL - Nazîfe Guneş a ku di çalakiya ji bo kurê xwe Gokhan Guneş hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku dewlet baş dizane ku kurê wê li kuderê ye.   Malbat û hevalên Gokhan Guneşê ku tê îdîakirin polîsan di 20’ê Çileyê de li semta Îkîtellî ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê revandine, ji bo ku bipirsin li kuderê ye li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Gokhan Guneş di 20’ê Çileyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat revandin” hat vekirin û dirûşmên “Gokhan Guneş berdin” û “Gokhan Guneş li ku ye” hatin berzkirin.   NAVNÎŞAN DEWLET E   Di daxuyaniyê de detpêkê Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû axivî û diyar kir ku di demeke ku her gava mirov diavêjin dewlet qeyd dike û dişopîne de berpirsyarê nedîtina mirovekî ku bi zorê di nava kolanê hatiye revandin dewlet e. Pîroglû, pirsa dewlet çima derbarê aqûbeta Gokhan de bêdeng e? kir û wiha axivî: “Ev bêdengî nîşan dide ku dewlet jî di nava vî karî de ye. Qeydên Gokhan hene. Bi darê zorê hat revandin. Em dizanin ku di destê dewletê de qeydên hûrgiliyên zêdetir hene. Dewletê hêj deng nekiriye. Ji bo me navnîşan dewlet bi xwe ye. Ya ku Gokhan bide me jî dewlet e. Em Gokhan dixwazin. Dîtina Gokhan di berpirsyartiya hemû hêzên mûxalîf de ye. Desthilatî dixwaze bi bûyerên revandinê împaratoriya tirsê bi afirîne. Heta ku Gokhan teslîmî me nekin em ê bêdeng nemînin.”   ‘DEWLET DIZANE KURÊ MIN LI KUDERÊ YE’   Piştî Pîroglû dayika Guneş Nazîfe Guneş jî axivî û da zanîn ku dewlet baş dizane lawê wê li kuderê ye û wiha axivî: “Li kû ye Gokhan? Bi kuderê ve birin? Cihê ku girtine diyar e. Bi derfetên xwe me ji esnafan cihê ku hatiye revandin dît. Lê hêj dewlete bêdeng e. Deriyekî ku em lê negeriyane û lênexistiye nema. Bixwazin dikarin kurê min bibînin. Lawê min li kû ye bila bibêjin. Bila ez bizanim kurê min dijî bese. Tenê kurê xwe dixwazim.   Çalakî ji ber barîna barana zêde bi dawî bû. Hat diyar kirin ku wê sibê di navbera saetên 13.00 û 15.00’an de çalaki bidome.