Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin 2021-01-26 09:05:49   AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, bal kişand ser pirsgirêkên di dema derzîkirinê de rû didin û got: "Pêvajoyeke ku civak baweriya pê bîne nayê birêvebirin."    Li Tirkiyeyê piştî ku 3 milyon dozê derziyên SînoVacê ji Çînê hatin dest bi derzîkirinê kir. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, pêvajoya derzîkirinê nirxand.    Yerlikaya, Türkiye’de koronavirüs vakasının görülmeye başlandığı 10 aylık süreçte, Kovid-19 dışı hastalıklarla yaşamını yitirenlerin sayısının arttığını, bununla beraber bir bütün olarak sağlık hizmetine erişimde ciddi sorunlar yaşandığını belirtti.   Yerlîkaya, ji bo kêmbûna hejmara pêketiyan anî ziman ku ji ber ku test kêm tên kirin hejmara pêketiyan jî kêm dibe û got: "Berê jî hejmara testan kêm bû. Niha jî gava em li hejmara pêketiyan mêze dikin, em dibîni kêm bûye. Lê belê pê re hejmara testan jî tê kêmkirin. Ji ber ku test kêm tên kirin hejmara pêketaiyan jî kêm dibe."    DERZÎKIRIN    Yerlîkaya, ji bo pêvajoya derzîkirinê jî got: "Divê em vê bibêjin; di pergala heyî de, jiyana li bajarên ku bûne pençeşêr, di vî awayê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst de, vîrusên di terhê SARS-CoVê de dibe ku bibe sedema hin pandemiyên din. Her wiha derzîkirin jî serketineke mezin a tibê ye ku li dijî pandemiyê hatiye peydakirin. Heger îro xurî û sorik tune bin, heger zarok ji ber nexweşînên şewbî yên dn namirin, ev bi saya derziyan e. Lewma em kedkarên tenduristiyê piştgiriya derzîkirinê dikin. Dirûşmeyeke me ya pir zelal heye; derzî can e, jiyan e. Bi rastî jî em ancax dikarin bi derzîkirin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Lewma divê em qîmetê wê zanibin û em li rex wê cih bigirin."    'DIVÊ ZELAL BE'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku lê belê li Tirkiyeyê di warê pêvajoya derzîkirinê de kêmasiyên mezin hene û got: "Em TTB, tim dibêjin; derziyên pêbawer, serketî û bibandor dikarin bên kirin. Menşeiya wê çi dibe bila bibe, heger bibandor û pêbawer be divê bê kirin. Divê tu fikarên mirovan jî tune bin. Bila derziyê li xwe bixin. Wezareta Tenduristiyê pêvajoya di vî warî de jî zelal nekir. Ev pêvajo bi rêxistinên pîşeyî re nehat parvekirin. Pêvajoyeke ku civak baweriya pê bîne nayê birêvebirin. Hîn jî kêmasî hene. Wezareta Tenduristiyê got, dê di 11'ê Kanûnê de dest pê bike. Lê hîn jî li Tirkiyeyê bi awayekî çalak det pê nekiriye."    PÊŞÎ GIRTÎGEH    Yerlîkaya, destnîşan kir ku divê divê girtî daxilî nav koma ewil a derzîkirinê bên kirin û got: "A rast pandemî tune be jî girtîgeh mekanine xirab in. Ji pergalên hewadariyê bigire heya xweyîkirin, her tiştên wan xirab in. Lewma divê girtî bên derzîkirin."