Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî 2021-01-26 09:06:24   COLEMÊRG - Li Colemêrgê, qedexeya ku walîtî 15 rojan carekê radigihîne, hezar û 705 roj in didome. Parlementerê HDP'î Saît Dede, destnîşan kir ku armanca van qedexeyan, mirovan mehkûmî birçîbûnê bike.    Serokomarê AKP'î di sala 2017'an de ragihandibû ku dê "qedexekirina zozanan" bê betalkirin. Sê sal derbas bûn lê belê hîn jî zozanên li herêmê qedexe ne. Bereksê wê her diçe hejmara zozanên tên qedexekirin zêdetir dibe. Herî dawî jî bi hinceta operasyonên eskerî li gelek bajaran bi hezaran dever hatine qedexekirin. Yek ji van bajaran jî Colemêrg û navçeyên wê ne. Walîtiya Colemêrgê di 22'yê Çileyê de li navçeya Çelê, Gever û Şemzînanê 12 herêm heta dawiya salê qedexekirin. Her wiha walîtî li bajêr û navçeyên wê hemû çalakî û xwepêşandan jî qedexekirine. Walîtî 15 rojan an jî 30 rojî carekê lidarxistina çalakî û xwepêşandanan qedexe dike.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, anî ziman ku herî zêde çalakiyên partiya wan tên qedexekirin û qedexekirina zozan jî nirxand.    WELATÊ QEDEXEYAN    Dede, destnîşan kir ku qedexe tenê ne li Colemêrgê û herêma wan, li tevahiya Tirkiyeyê hene û lewma Tirkiyeyê wekî "welatê qedexeyan" pênase kir.   Dede, bilêv kir ku heya sala 2017'an di bin navê herêmên eskerî û ewlehiyê de ji sedî 80'yê Colemêrgê hatibû qedexekirin. Dede, diyar kir deverên ku xênî û avahî lê tune ne hemû hatine qedexekirin û got: "Mirov nikarin biçin warê xwe. Nikarin biçin gundên xwe û zozanên xwe. Hin herêm jî hene ancax bi destûrê dikarî biçû. Lê gava îkametgeha we ne ya wan deran be, hûn nikarin biçin. Îkametgah hebe jî hûn dikarin li gor kotayeke diyarkirî eşya bi xwe re bibin."    ARMANC SERÎTEWANDIN E    Dede, anî ziman ku dema qedexekirina lidarxistina çalakî û xwepêşandanan bi hinceta pandemiyê tê dirêjkirin. Dede, bilêv kir ku 4 sal in ev qedexe didomin û bi vê jî 'tu nikarî êzingan berhev bikî, tu nikarî çandiniyê bikî, tu mecbûrî birçî bimînş, gava tu birçî bimînî tu yê li ber min serî bitewînî' tê ferzkirin. Dedeî, diyar kir ku ji bo qedexekirina çalakiyan jî 'tu nikarî biaxifî, tu nikarî îtiraz bikî û dengê xwe bilind bikî' tê ferzkirin.    BI DEHAN KES HATIN KUŞTIN    Dede, destnîşan kir ku ev polîtîkayên hikûmetê dibin sedema binpêkirinên mafan û got: "Di demaên dawî de li Colemêrgê bi dehan mirov bi guleyên esker û polîsan hatin kuştin. Ev kes li ku derê hatin kuştin? Eynî wekî bûyer Surmî Înce li nav erdên xwe, li paş xaniyên xwe hatin kuştin."    BI TECRÎDÊ DEST PÊ KIR    Dede, pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de bibîr xist û diyar kir ku di van salan de di warê aborî, siyasî û çandî de aramiyek çêbûbû. Dede got: "Lê belê gava em li dîroka qedexeyan û neçareserkirinê mêze dikin, em dibînin ku gava Birêz Ocalan tê tecrîdkirin, gava rê li ber diyalog û pêvajoya çareserkirinê tê girtin dest pê dikin. Ev giş bi hev ve girêdayîne."