Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2021-01-26 10:37:43 AMED –  Hat angaşt kirin ku ciwanê bi navê Îbrahîm Meşe yê li Dîlokê leşkeriya bi zorê dikir, li qulûbeya nobetê Întihar kiriye.   Hat angaşt kirin ku ciwanê bi navê Îbrahîm Meşe (20) yê li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê leşkeriya bi zorê dikir, di 21’ê çileyê de li qulûbeya nobetê întihar kiriye.  Cenazeyê Meşe, li mezraya Amman a gundê Oyali yê navçeya Gêlê ya Amedê hat veşartin. Hat hînbûn ku ketin û têketina mezraya Ammanê ji aliyê leşkeran ve ji çûn û hatinê re hatiye girtin û agahî girtina derbarê Meşe de tê astengkirin.   Hat angaştkirin ku Meşe piştî ku bi malbata xwe re bi telefonê axiviye întihar kiriye.