Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin 2021-01-26 11:18:58   AMED –  Li Amedê, di serdegirtinên malan de polisan endama MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag û Narîn Donmez binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) hatiye destpêkirin de li 6 bajaran biryara binçavkirina gelek kesan hat dayîn. Di çaroveya operasyonê de di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Farqînê bi ser mala Narîn Donmez û li navçeya Peyasê jî bi ser mala endama Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Sevîm Akdag de girtin û ew binçav kirin.    Hat hînbûn ku wê polis ji bo lêpirsînê Donmez û Akdag bibin Enqereyê.