Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e 2021-01-26 12:59:20   STENBOL - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Esenyûrtê Ercan Saglam ê di bin çavan de beriya binçavkirina xwe ji ajansa me re axivîbû. Saglam, diyar kiribû ku ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e.   Polîsan şeva 24’ê çileye bi hinceta posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Esenyûrta Stenbolê de girtibûn. Di serdegirtina ku polîsan partiyî agahdar nekirin de derî şikandibûn û piştî lêgerîna 6 saetan dest danîbûn ser posterên Ocalan û hin dokumanan. Hevserokên navçeyê Ercan Sağlam û Dîlan Kiliç di heman rojê de hatibûn binçavkirin û piştî ku îfadeyên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan. Polîsan her dû hevserok duh şev careke din binçav kirin.   Bi serdegirtinê re, di serî de biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), yên dadgehên ku ji bo berzkirina dirûşmên ji bo Ocalan, daliqandina posterên Ocalan û kampanyayên ji bo azadiya Ocalan ne sûc in hatin rojevê.   ‘POLÎTÎKAYA TAYBET TÊ SEPANDIN’   Hevserokê HDP’ê yê navçeya Esenyûrtê Ercan Saglam ê di bin çavan de beriya binçavkirina xwe ji ajansa me re axivîbû. Saglam, diyar kiribû ku serdegirtina avahiya wan ne hiqûqî ye û bertek nîşanî daxuniyên Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû û Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn ku partiya wan hedef nîşan dabûn, dabû. Saglam, da zanîbû ku polîtîkayeke taybet ser navçeya wan tê sepandin û wiha gotibû: “Bi van pêkanînan dixwazin gel ji partiya me dûr bixin. Gelê kurd li dijî êrîşan têk naçe û tucar paşve gav naavêje. Dê bi awayekî xurttir û rêxistintir têkoşîna xwe bidomînin.   ‘SERDEGIRTIN DERVEYÎ QANÛNAN E’   Saglam, destnîşan kiribû ku posterên Ocalan yên ji serdegirtinê re kirine hêcet weke qanûnî bi tu awayî ne suc in û biryarên AYM’ê, Dadgeha Bilind, Dadgeha Îstînaf û gelek biryarên dadgehên heremî bi bîr xistibû. Saglam, anîbû ziman ku li welatên demokratîk hincetên bi vî awayî çênabin û wiha berdewam kir: “Bi hinceta posterên Birêz Ocalan ser avahiya me de girtine. Ji ber vê yekê dest danîn ser posteran. Dest danîn ser kovarên ku ji aliyê qanûnî tu pirsgirêkên wan neyî jî. Bêyî ku biryara dozger nîşanî me bidin. Beriya niha derbarê vê yekê de biryarên gelek dadgehan ên weke azadiya îfadeyê nirxandine hene. Ev li meclîsê jî gelek caran hatiye ziman. Gelek biryarên ku ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Birêz Ocalan’ ne sûc in, azadiya îfadeye ne hatine dayîn. Ev yek kirin hêcet û hewldaneke wisa ya bêqanûnî kirin. Em careke din diyar dikin ku vê yekê em qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê vê yekê bi awayekî qanûnî bişopînin.”   ‘JI POTANSIYELA NAVÇEYÊ DITIRSIN’   Saglam, bi bîr xistibû ku li hilbijartinan de derketibû holê ku li navçeya Esenyûrtê potansiyela dengên wan 120 hezaran zêdetire û bilêvkiribû ku ji ber ku desthilatî ditirse ketina nav hewldaneke operasyoneke wisa. Saglam, bertek nîşanî weşanên medyaya di bin kontrola AKP’ê de ku piştî operasyonê kiribûn, dabû û wiha lê zêde kiribû: “Desthilatek û hevkarê wê yê biçûk ku ji têkoşîna HDP’ê ditirse hene. Ji ber wê yekê Esenyûrta ku rêxistineke me ya xurt heye hedef girtin. Gelê Esenyurtê gelekî ku li partî, nasname û çanda xwe xwedî derdikeve ye. Hilbijartinê de jî gelek caran ev yek nîşan daye. Ji ber vê yekê ji xwedî derketina parti, hêza bi rêxistin û azweriya azadiyê ditirsin. Ev zext di heman demê de perçeyekê planên çokdanînê ne. Em soz didin ku em ê vê vala derxînin û li her qadê têkoşîna vê bidin.”   NIQAŞA GIRTINA HDP’Ê   Saglam, da zanîbû ku kampanyaya hedef nîşandanê, ji derveyî niqaşên girtina partiya wan nînin û wiha gotibû: “Bawer im kes nîne nizane ku girtina HDP’ê wê demokrasî û aştiyê neîne welat. Berî niha jî partiyên me hatin girtin. Piştî her partî girtinê em bi hêztir bûn û hatin. Dengê me xurttir derket. Têkoşîna me bi hêztir bû. Ji niha û şunda jî girtina HDP’ê feyde nade tu kesê.”   MA/ Îdrîs Sayilgan