TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin 2021-01-26 13:41:13   ŞIRNEX - TJA û HDP'ê li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê  serdana malbatên girtiyan kirin.    Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ a Tevgera Jinên Azad (TJA) a li dijî tacîz, destdirêjî, qeyûm, tecrîd, talankirina xwezayê û her cure êrîşên li ser jinan bênavber didome. Di çarçoveye kampanyayê de li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê aktîvîstên TJA’yê û êndam û rêveberên HDP’ê malbatên girtiyan ziyaret kirin û piştgirî dan wan.   Jinên TJA û HDP'î di ziyaretan de têkîldarî armanca grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêdebûne, hatiye destpêkirin, malbat agahdar kirin.