Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir 2021-01-27 11:57:54   MÊRDÎN – Şehmûs Altûnkaynak ê bi guhertina yasaya înfazê hat berdan bi hêceta nîqaşa mîrasê êrişî sê jinan kir, jinek hat kuştin û du jin jî birîndar bûn.    Li gundê Şorîzbeh yê girêdayî navçeya Midyada Mêrdînê Şehmus Altûnkaynak duh li ser mîrasê bi keçên xwe Esma û Tugba Altunkaynak û xizma xwe Fahriye Altunkaynak re nîqaş kir. Piştî nîqaşê Şehmus Altunkaynak bi çeka lûle dirêj a hilgirtina wê û li ser xwe gerandina wê qedexe ye êrişî keçên xwe û xizma xwe kir. Her sê jin jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Esma Altunkaynak li nexweşxaneyê jiyana xwe j idest da û herduyên din tên tedawîkirin. Hat zanîn rewşa Tugba Altunkaynak baş e û rewşa Fahriye Altunkaynak jî giran e.    Êrişkar Şehmûs Altûnkaynak ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.    JI GUHERTINA YASAYÊ HATIYE BERDAN    Şehmûs Altûnkaynak beriya niha ji cînayetekê 8 sal di girtîgehê de mabû. Lê belê bêyî cezayê xwe temam bike bi guhertina yasaya înfaza ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat pejirandin di çarçoveya “serbestiya kontrolî” de hatiye berdan.