Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî 2021-01-27 16:16:06   ÎZMÎR - Ji ber ku di doza Somayê de endamên şandeyê guherîn, Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind, biryara ku da bû betal kir û ji bo 4 bersûcên patron Can Gurkan jî di nav de, ji sûcê “Bi zanebûn kes kuştin û birîndar kirin” ceza xwest.   Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind, berî 4 mehan, di doza Komkujiya Somayê de, ji bo 4 bersûcên patron Can Gurkan jî di nav de, ji sûcê bi zenbûn 301 kuştin û 162 car birîndarkirinê, ceza birî bû.    Lê ji ber ku şandeya li doza Somayê mêze dikir hat guhertin, biryara ku şandeya nû da rastî bertekan hat.    ŞANDE GUHERÎ   Ji 5 endamên Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind 3 jê guherîn. Serokê dadgehê Ahmet Er û endamê dadgehê Nadîr Gungundeş di cih xwe de man. 3 dadgerên nû di şandeya dadgehê de cih girtin.   Wezîrê Dadgehê yê berê û Musteşar Kenan Îpek, Sekreterê Giştî yê HSK’ê yê berê Fûzûlî Aydogdû û Midurê Giştî yê Girtîgehan û Ceza yê berê Mûstafa Yapicı di şandeyê de cih girtin.   BIRYARA NÛ   Şandeya nû, li dijî du dengan, bi sê dengan biryar betal kir. Di biryarê de, derbarê Can Gurkan de bi sûcdariya “bi zanebûn kes kuştin û birîndarkirinê” ceza hat dayîn. Di heman demê de, biyar hat dayîn ku bersûc ji qanûna înfazê sûdê bigirin.