Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike? 2021-01-28 09:19:41 STENBOL -  Endama EŞÎK'ê Gokçîçek Ayata, diyar kir ku kuştina jinan veguheriye tiştekî sîstematîk û xwest Meclîs demildest li hev kom bibe û li dijî kuştinan nexşerêyekê çêbike û tevdîran bigire.  Platforma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku nêzî 300 rêxistinên jinan di nav de cih digirin, di 22'yê Çileyê de li dijî komkujiyên jinan kampanyaya "qira cinsî" da destpêkirin. Daxwaza kampanyayaê ew e ku Meclîs derbarê kuştina jinan de li hev kom bibe.    Endama EŞÎK'ê aktivîsta mafên jinan Parêzer Gokçîçek Ayata, kampanyaya navbirî nirxand.    Ayata, diyar kir ku bi kampanyayê xwestine Meclîs peywira xwe bi cih bîne û got: "Di roja dawî ya 2020'an de mêran 4 jin kuştin. Lewma me kampanyayeke bi vî awayî da destpêkirin ku Meclîsê peywira xwe bi cih bîne. Tiştên tên kirin êdî qirkirina cinsî ye û ji bo Meclîs demildest peywira xwe bi cih bîne me bang li raya giştî kir."    QIRA CINSÎ?    Ayata, bal kişand ser sedemên qira cinsî jî û got: "Qira cinsî, têgihek e ku sîstematîkbûyîna tahdeya ku li jinê tê kirin û ev veguheriye cinayetê. Jin, ji ber ku jinên tên kuştin. Gava em ji vê re tenê bibêjin cinayeta jinan, dê tiştekî wekî şexsî be. Lê halbûkî tişta ku li Tirkiyeyê tê serê me, sîstematîk e. Li Tirkiyeyê herî kêm rojê 3 jin tên kuştin. Nexwe navê vê qira cinsî ye. Jin tên qirkirin. Lewma em dixwazin peywirdar berpirsiyariya xwe pêk bînin."    PEYWIRA MECLÎSÊ?    Ayata, destnîşan kir ku Meclîsê divê qebûl bike ku kuştina jinan veguheriye tiştekî sîstematîk û ji bo vê bitêkoşe. Ayata got: "Meclîs, divê ji bo vê budçeyekê diyar bike. Divê kadroyên profesyonel diyar bike. Divê tevî rêxistinên jinan li dijî tahdeyê polîtîkayekê çêbike. Berî her tiştî divê wekheviya jin û mêran qebûl bike. Divê berpirsiyariyên xwe yn di xala 10'emîn a Qanûna Bingehîn de pêk bîne. Heger polîtîkayên bi vî rengî pêk neyên, dê qirkirina cinsî bidome."   Ayata, anî ziman ku daneyên derbarê jinên tên kuştin de bi dest nakevin û got: "Tiştekî xeternak e ku hejmara jinên tên kuştin neyên tomarkirin. Neparvekirina wan a bi raya giştî re jî tiştekî xeternaktir e." Ayata, diyar kir ku ji ber ku ev hejmar nayên zanîn, rayedar radibin dibêjin hejmar kêm bûye.    MESELEYEKE DI SER PARTIYAN RE    Ayata, destnîşan kir ku madem tahdeya li jinê tê kirin veguheriye tiştekî sîstematîk, nexwe divê têkoşîna li dijî vê jî veguheriye têkoşîneke sîstematîk û got: "Meclîs dengê xwe baş bilind nake. Meclîs, divê kuştina jinan û tahdeyê wekî meseleyeke di ser meseleya partiyan re bigire û bi awayekî hevpar bixebite. Têkoşîna li dijî tahdeyê bivê nevê ye. Em dixwazin meclîs bi vê bîrbiriyê tevbigere."    Ayata, xwest her kes piştgiriya kampanyayaê bike û li dijî kuştin û tahdeyê dengê xwe bilind bike.    MA / Semra Tûran