Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin 2021-01-28 12:26:53   AMED – Doza bi hêceta xebatên KCD’ê derbarê rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût de hatibû vekirin bi biryara beraetê encam da.    Danişîna biryarê ya doza rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût ê ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di navbera salên 2010-2011’an de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” lê hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Bûlût beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Mehmet Emîn Aktar amade bû.    Bi hêceta Kovîd-19 kesî hilnedan eywana danişînê.    Dozger biryara xwe pêşkêşî dadger kir û xwest Bûlût bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê zîndanê lê were birîn.    Parêzerê Bûlût, Mehmet Emîn Aktar parastina miwekîlê xwe kir û destnîşan kir ku delîl bêmetodî hatine berhevkirin guhdariya derdorê û telefonê li dijî yasayê ne. Aktar anî ziman ku miwekîlê wî nivîskar e û heta niha 36 pirtûk nivîsandine û muwekîlê wî ne endam û delegeye KCD’ê ye û beşdariya xebatên KCD’ê divê di çarçoveya azadiya îfadeyê de were nirxandin. Aktar xwest miwekîlê wî were beraetkirin.    Şandeya dadgehê piştî navberek kin diyar kir ku sûcê lê hatiye barkirin pêk nehatine û derbarê Bûlût de biryara beraetê da.