Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da 2021-01-28 14:26:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî serdana CPT ya Tirkiyeyê ku neçû Girtîgeha Îmraliyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê di bin berpirsyariya hemû dewletên endamên Konseya Ewropayê de ye.   Heyetek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Kiryarên Xerab a Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 11-25'ê çileyê de serdana Tirkiyeyê kiribû. Heyetê di serdana xwe de bi rayedarên hikûmetê, dewletê  û rêxistinên sivîl re hin hevditinan kiribû. Lê heyet neçû serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re hevdîtin nekir.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî vê serdanê daxuyaniyek da û ji ber ku serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê nekir bertek nîşanî heyeta CPT’yê da. Buroyê, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke ku ne tenê di bin berpirsyariya Tirkiyeyê de ye, bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewropayê de ye û wiha got: “Girtîgeheke wisa ye ku hiqûq lê nayê naskirin. Divê tavilê dawî li kiryarên kêfî û bêhiqûqî yên li Girtîgeha Îmraliyê bê anîn. Bi wesîleya vê yekê em jî careke din bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin û bang li raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser mijarê be.”   Tevahiya daxuyaniya buroyê wiha ye;   “Me serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Tirkiyeyê ya di navbera 11-25’ê çileyê de bi daxuyaniya CPT û Wezareta Edaletê bihîst. CPT, parve kiriye ku di serdana xwe de serdana saziyên Wezareta Karên Hundir û girtîgehên girêdayî Wezareta Edaletê kiriye û bi burokratan re hevdîtin kirin.  Her wiha CPT’yê destnîşan kiriye ku rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê ya serdana xwe ya beriya niha aniye rojevê. Di destpêkê de dixwazin diyar bikin ku em serdana CPT’yê ji bo sazîbûna hiqûqa mafê mirovan û pêşîgirtina li îşkenceyê girîng dibînin. Em hemû serdan û hevdîtinên wan jî wiha dinirxînin. Bi vê re em dixwazin geşedanên ku me piştî rapora wan a di 5’ê tebaxa 2020’an de bi wan re parve kir bi bîr bixin.    TECRÎD KÛR BÛ   Di rapora CPT’yê ya di 5’ê tebaxa 2020’an de bi awayekî kurt hatibû diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya cezayê di nav ceza de, nayê qebûlkirin û bi guman e û ji Hikûmeta Tirkiyeyê hatibû xwestin ku ev pêkanîn bên bidawîkirin. Bersiva Hikûmeta Tirk a vê yekê jî; li şûna guhertin û başkirinên li gorî pêşniyarên ku di raporê de hatibûn kirin, di 7’ê îlonê de axaftina bi telefonê, di 23’ê îlonê de hevdîtina parêzeran û di 30’ê îlonê de jî hevdîtina malbat û vasî hatin qedexekirin.  Yanî bi gotineke din tecrîda li Îramiyê bi awayekî mûtlak hat astengkirin û kûrkirin.    PERGALEKE ÎŞKENCEYÊ    Li ser vê yekê me ev rewş ji CPT re ragihand, her wiha li gel serlêdanên me yên li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna pêwîstiyên raporê me serî li Wezareta Edaletê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dan. Lê belê di vê mijarê de ne gavek hatiye avêtin ne jî bersivek hatiye dayin.   CPT a ku yek ji mekanîzmaya mafên mirovan a navneteweyî ye di nav welatên endamên Konseya Ewropayê de duyemîn girtîgehek tuneye ku ew mûxatabê wê yê tecrîd û êşkenceyeke bi îstîkrar e. Vê pêkanîna ku pergaleke êşkenceyê ye, di biryara dîroka2014’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bi zelalî tê diyarkirin.Ev rewş di 8 serdanên CPT’ê tên di Girtîgeha Îmraliyê de hatine tespîtkirin ku ev serdan ji sala 1999’an û heta niha hatine kirin.   Ji ber van sedeman di serdana CPT’ê de ya ku di sala 2021’an de kiriye, ligel ku derbarê Girtîgeha Îmraliyê bal kişandiye ser êşkenceyê jî, li gorî me kêmasî ye ku neçûye serdana Girtîgeha Îmraliyê û di vî warî de bi parêzeran re rûneniştiye. Ew jî dizanin ku piştî serdana malbatê ya di 3’ê Adara 2020’an de ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê tu destûr nehatiye dayîn, piştî hevdîtina bi telefonê ya di 27’ê Nîsana 2020’an de jî bi tu awayî agahî nehatine stendin û bi biryarên qedexekirinê re tecrîd girantir bûye.   ‘GIRTÎGEHA KU HIQÛQ LÊ TUNEYE’   Em dixwazin bi bîr bixînin ku saziyên navneteweyî ji bo domandin û mayîndebûna Pergala Tecrîd û Êşkenceyê ya Îmraliyê ya ku pêkanîn wisa lê hene, bûne wesîle. Girtîgeha Îmraliyê ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewropayê ye û li wê derê hiqûq tune. Divê ev pêkanînên bêhiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê roj berî rojekê bi dawî bibe. Bi wesîleya vê geşedanê em careke din bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û divê raya giştî bihistyar be.”