Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû 2021-01-28 14:56:42   DERSIM - Zirbavê Zaînal Abarakov ê gumanbarê sereke yê di lêpirsîna Gulîstan Dokû de cih digire Engîn Yucel ê polîs ku agahiyên veşartî parve kiribû tevlî danişîna yekemîn a derbarê wî de hatibû vekirin nebû.    Derbarê zirbavê Zaînal Abarakov ê gumanbarê sereke yê di lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çileya 2020’an li Dersimê winda bû cih digire Engîn Yucel ê polîs de, ji ber ku agahiyên veşartî eşkere kiribûn lêpirsîna îdarî hatibû destpêkirin û di 21’ê Çileyê de ji kar hatibû avêtin. Derbarê heman mijarê de doz li Yucel hatibû vekirin. Danişîna yemekîn a doza Yucel îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Dersimê hat dîtin.    QEDEXEYA KETINA EDLIYÊ   Jinên ku xwestin tevlî danişînê bibin, destûr nehat dayîn ku bikevin edliyê. Bersûc Engîn Yucel tevlî danişînê nebû. Xwişka Dokû Aygul Dokû, bavê wê Halît Dokû û parêzerê malbatê Alî Çîmen tevlî danişînê bûn. Dadgehê ji ber ku hîna îfadeya Engîn Yucel nehatibû girtin, danişîn taloq kir.    BI DOSYEYA SEREKEVE GIRÊDAYÎ YE    Piştî danişînê, parêzerê malbatê Alî Çîmen, li ber Mala Mamosteyan daxuyanî da çapemeniyê. Prz. Çîmen, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Engîn Yucel li ser Twîtterê, hin ewraqên têkildarî nebûna  meyla întîharê ya Gulîstan Dokû parve kiribûn. Bi sifata xebatkarê çemaweriyê ev evraq bi dest xistibûn. Weke ku hûn dizanîn ew di şaxa asayîşê de dixebitî. Derbarê vê de darizandin hat kirin. Li aliyê din jî, gumanbarên dosyayê her tim Aygul Dokû tehdît dikirin. Bersûc naxwazin ku Aygul Dokû dosyeya lêpirsînê ya vê derê bişopîne. Lê ev dosye jî bi dosyeya serekeve girêdayî ye. Em dixwazin dosye bibin yek.”   BI FERMAN WÊ ÎFADE BÊ GIRTIN   Çîmen, dest nîşan kir ku Engîn Yucel tevlî danişînê nebû û wiha got: “Dikarîbên bi SEGBÎS’ê Yucel beşdarî danişînê bikin. Lê ev yek nekirin. Ger tevlî danişînê bibûya, hinek pirsên me yên girîng jê hebûn. Me dê karibûya di lêpirsîneke çeprast re derbas bikira. Wê li ser fermanê îfade bide. Piştî ku bersiva fermanê hat, wê biryar di dosyeya me de jî derbikeve holê.”   ‘GULÎSTAN NE ÇÛ SER PIRÊ’   Xwişka Gulîstan Dokû Aygul Dokû jî, diyar kir ku xwişka wê ne çûye ser pirê û wiha got: “Bû qûrbanê cînayetekê. Ger bijiya wê, heya niha derketiba holê.”