Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike 2021-01-28 15:01:20   NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ku bertek nîşanî biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan dan ev tişt gotin: “Ne polîtîkayên we yên dijminê jinan wê têkoşîna me ya rêxistinkirî qezenç bike.”      Biryara girtinê ya derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, li gelek navendan ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.    AMED    HDP’a Amedê, derbarê biryara girtina Ayşe Gokkan de li hewşa Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê polisan ve maşîneyên zirxî hat dorpêçkirin. Di daxuyaniya ku pankarta "Hebûna Jinê hebûna jiyanê ye" hat vekirin de Aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen axivî û bertek nîşanî biryara li dijî Gokkan da.   Onen, diyar kir ku AKP-MHP her roj hiqûqa xwe ya neyartiya li hemberî jinan û kurdan zêde dikin û bal kişand ser têkoşîna Ayşe Gokkan û ev tişt got: “Ayşe Gokkan parastvaneke mafê jinan e ku têkoşîna azadiya jinan dimeşîne. Li Tirkiyeyê hemû sazî wê ki nêz ve nas dikin. Hûn nikaribin TJA’yê bitepisînin. Em careke din bang dikin û dibêjin li şûna têkoşîna azadiya jinan kujerên jinan, tacîzkeran, tecawizkar û îstismarkaran bidarizînin”   MÊRDÎN EDENE MERSÎN   Daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê TJA’yê hatibû amadekirin bi beşdariya gelek jinan li Mêrdîn, Edene û Mersînê jî hatin dayîn. Di van daxuyaniyan de jî jinan biryara li hemberî Gokkan şermezar kirin û peyamê berdawama têkoşîna azadiya jinê dan.