Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye 2021-01-28 15:33:25 ENQERE - Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, daxwazên xwe yên edaletê dubarê kir û got: “Heke Roboskê bê ronîkirin wê gelek dozên ku di tarîtiyê de mane, wê bên ronîkirin.”   Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê, derbarê meha 109’emîn a Komkujiya Roboskê de ku li Gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê 19 jê zarok 34 kes di encama bombebarana balafiran de hatibûn qetilkirin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Endamê Hewldanê Tanjû Gunduzalp di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ji roja komkujiyê heta niha gavên ku malbatan ji bo edaletê avêtin bi astengî, pêşîligirtina hiqûqî û polîtîkayên bê cezatiyê re rûbirû man. Kes nehat darizandin û kesê ceza negirt.”   Gunduzalp, bi bîr xist ku li gel hemû bê hiqûqiyan jî li malbatên edalet xwestin doz hatin vekirin û wiha  axivî: “Ji malbatan hin kes girtin, dewletê di Komkujiya Roboskê de bi pergala necezakirin û ne rûbirûbûnê nîşanî me da ku bi sala ne tiştek nehatiye guhertin û nayê guhertin jî.”   ‘LI WELATÊN AŞTÎXWAZ KOMKUJÎ ÇÊNABIN’   Gunduzalp, da zanîn ku weke kesên li pey şopa komkujî, cinayet û kesên edaletê dixwazin wê heta hetayê aştiyê biparêzin û anî ziman ku li welatên aştîxwaz komkujî çênabin.   ‘WÊ BÛYER DERKEVIN HOLÊ’   Gunduzalp, destnîşan kir ku e wê israra xwe ya ji bo Komkujiya Roboskê edalet pêk were bidomînin û wiha bi dawî kir: “Heke Roboskê bê ronîkirin wê gelek dozên ku di tarîtiyê de mane bên ronîkirin. Wê bûyerên ku li korîdorên reş ên Enqereyê bi bêcezatiyê hatine xelatkirin derkevin holê.”