Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye 2021-01-29 09:09:04 AMED - Yûsûf Nakçî yê li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû maye li dijî kirinên sîxurtiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye.  Yûsûf Nakçî li navçeya Farqînê ya Amedê di 11’ê gulana 2017’an bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê bi îşkenceyê re rûbirû mabû. Paşê wî dibin Miduriyeta Polîsan a Amedê û li vir 14 roj di binçavan de tê hiştin û pişt re bi beyanên “şahidê nepen” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D.    Nakçî li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbû mabû û tevî hemû hewldanan jî Nakçî xwesteka sîxurtiyê red dike. Pişt re polîs li hevjîna Nakçî, Hatîce Nakçî digerin û vê carê jî sîxurtiyê li wê ferz dikin û ew jî red dike. Polîs vê carê jî gefan li Hatîce Nakçî dixwin. Nakçî di 22’ê mijdara 2017’an de ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Xartpêtê ya Jimara 1’an a EwlehiyaBilind hatiye kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê derûniya Nakçî xera dibe û du sal û nîv li Nexweşxaneya Nexweşînên Rûh û Sînîr a Xarpêtê hat tedawîkirin.    Doza Nakçî li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hatibû dîtin û dadgehê bi îdiaya “yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî.    TIŞTÊN HATINE SERÊ WÎ VEGOT    Nakçî di 25’ê çile de bi rêya telefonê li hevjîna xwe Hatîce digere û tiştên li girtîgehê bi serê wî re qewimîne vegot. Yûsûf Nakçî gilî û gazinên xwe wiha ragihandiye: “Roja 20’ê çile du gardiyanan di bin navê hevdîtina parêzeran de min ji qawîşê birin odeya hevdîtinê. Lê belê li odeya hevdîtinê parêzer nebû. Pişt re du gardiyan hatin û gotin ‘Hin navan bide me û alîkariya me bike. Heke tu alîkariya me bikî em ê ji te re bibin alîkar.’ Lê min ji wan re got ez alîkariya we nakim û çimkî ez bêsûc im. Min wisa got gardiyanan min dîsa birin odeya min. Li dijî zilma hepsê min ji roja çarşemê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kiriye. Heta ev bêhiqûqî û zilm biqede ez ê di greva birçîbûnê de bim. Ji roja ez ketime greva birçîbûnê vir ve tiştên pêwîst nedane min.”    'ÎFADEYA POLÎS LI BER ÇAVAN NAGIRIN’    Hatîce Nakçî jî destnîşan kir ku li gel derbarê hevjînê wê de delîlek biçûk jî nîne dîsa jî ceza lê birîne û wiha got: “Tehlîla xwîna wî girtin, cilên wî tehlîl kirin lê belê dîsa jî tu delîl nehatin dîtin. Lê belê bi îfadeyên şahidê nepen tê sûcdarkirin. Yek ji şahidan dibêje ku roket avêtiye maşîneya polîsan lê ji polîsên birîndar bûne jî yek ji wan dibêje tenê roketek avêtine. Ji şahidê rastî ku polîs e jî bawer nakin. Polîsê birîndar derbarê hevjînê min de tiştek jî nabêje. Bila bêguneh û bêsûc însanan ceza nekin. Mirovek bêsûc çawa bi cezayê heta hetayê ceza dikin?”    ‘EM NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ’    Hatîce Nakçî anî ziman ku sê zarokên wê hene û ji bo li zarokên xwe binêre rojane karê paqijiyê dike. Nakçî da zanîn ku ji ber hevjînê wê li Girtîgeha Xarpêtê ye di çûn û hatinan de bi zehmetiyan re rûbirû dimîne û got: “Ev 8 meh in ez nikarim wî bibînim. Em jî nizanin em ê çi bikin. Gardiyan radibin sîxurtiyê li girtî ferz dikin, em ji vê jî fêm nakin. Gardiyanan jê xwestiye ku hin navan bide wan. Dema em diçûn hevdîtinan gardiyanan her tim me hişyar dikirin û gefa qedexekirina hevdîtinê li me dixwarin. Em cil û pirtûkan dişînin nadinê û li me vedigerînin.”    ‘EM LI BENDÊ NE DADGEHA BILIND CEZA XERA BIKE’    Hatîce Nakçî anî ziman ku 4 sal in bêsûc girtî ye û got: “Em dixwazin li tavilê Yûsûf berdin, çimkî wî tu sûcî nekiriye. Ez hêvîdar im wê Dadgeha Bilind cezayê wî xera bike û hevjînê min serbest were berdan.”    ‘DU SAL IN NIKARIM WÎ BIBÎNIM’    Dayika Yûsûf Nakçî, Îkram Nakçî jî destnîşan kir ku nêzî du salan e lawê xwe nedîtiye û wiha got: “Lawê min bêsûc û bêguneh girtine û wî ceza kirine. Ez extiyar im nikarim biçim hevdîtina wî. Ez dixwazim Yûsûf neqlî Amedê bikin. Bila bînin Amedê ku dikaribim wî bibînim. Ez astengdar im, extiyar im û nikarim wî bibînim.”