Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin 2021-01-29 09:09:14 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber ku di 4 salên dawî de polîtîkayên bêcezatiyê zêde bûne mirov tên revandin û got: "JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin."  Di 20'ê Çileyê de li Başakşehîrê ya Stenbolê karkerê ceryanê Gokhan Guneş hatibû revandin û 5 rojan hatibû îşkencekirin. Lê belê 542 roj in xeber ji Yûsûf Bîlgeyê ku tê îdiakirin li Enqereyê hatiye revandin û 31 roj in jî xeber ji Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît nayê girtin.   Keça Kuçukozyîgît Nûrsena Kuçukozyîgît, anî ziman ku herî dawî di 29'ê Kanûnê de bi telefonê bi bavê xwe re axiviye û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji bavê xwe negirtiye û ji wê rojê ve telefona bavê wê girtiye. Kuçukozyîgît, diyar kir ku di 31'ê Kanûnê de çûye Qereqola Bekirpaşa ya Kocaeliyê û dû re jî serî li navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê (CÎMER) daye.    Kuçukozyîgît, diyar kir ku piştî ku rayedara guh nedanê ji bo delîlan ji Kocaeliyê hatiye Enqereyê û got: "Min dîmenên apardûmanê bi dest xistin. Min di dîmenan de dît, sê kes bavê min dişopînin. Dû re polîs îfadenî li hev dernayên dan. Bi kîjan polîsî re axivîm, tiştên cuda gotin. Lê îdiayek jî nehat lêkolînkirin."    Kuçukozyîgît, bilêv kir ku di 15'ê Çileyê de dozgerê dosyeyê hatiye tayinkirin û dozger hîn pêwendî bi wan re daneniye. Kuçukozyîgît got: "Li Enqere û Stenbolê li her kuçeyê kamera hene. Gava li nav kuçeyê yek bê revandin, ne malbat divê peywirdar wan bibînin." Kuçukozyîgît, diyar kir ku mehek derbas bûye lê belê hîn jî saziyên têkildar tiştek nekirine û got: "Malbata Gokhan Guneş, bi derfetên xwe dîmen dîtin û bi ser bûyerê de çûn. Ez wisa difikirim ku bavê min jî wekî Gokhan Guneş hatiye îşkencekirin. Mirovek 30 roj in nayê dîtin. Ev nayê qebûlkirin. Nizanim niha çi hatiye serê bavê min. Lê belê tiştên ez dijîm eynî îşkence ye."    ‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'    Kuçukozyîgît, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Dû re heke bivê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Me dengê xwe bi rêya medyaya sosyal ragihand. Mirovan piştgiriya me kir. ev girîng e. Dibe ku sibê hin kesên din jî bên revandin. Lewma divê mirov li hev kom bibin. Di vê sedsalê de li nêv kuçeyê mirov tên revandin. Ev tiştekî êşbar e."    ‘ÇETEYÊN DI NAV DEWLETÊ DE'    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, anî ziman ku bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Trmehê hat îlankirin re bûyerên revandin û windakirinê zêde bûne. Turkdogan, tiştên piştî Rewş Awarte qewimîne şibandin tiştên di salên 1990'î de li bajarên herêmê qewimîne.    Turkdogan, anî ziman ku taybetmendiya aşkere ya salên 1990'î ew bû ku dewlet derî qanûnan tevdigeriya û got: "Nexasim jî dewlet di 1993-1996'an de veguherîbû çeteyekê. Heger dewlet veguhere çeteyan li wir qanûn, hiqûq û darizandin tune ye. Kî xurt be ew xwedîgotin e. Mixabin di salên 1990'î de ev tişt qewimîn. Çeteyên di nav dewletê de çalak bûn. Navê JÎTEM, kontr-gerîlla, hîzbî-kontra li xwe kirin."    'QANÛN TUNE YE'    Turkdogan, bibîr xist ku piştî ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de şerê çekdarî cardin dest pê kiriye, cardin konsepta ewlehiyê ketiye dewrê û bi vê re gelek sazî derî qanûnan hereket kirine.    TRANSPORTERÊN REŞ    Turkdogan, tiştên diqewimin wekî bêcezatiyê pênase kir û ji bo bêcezatiyê jî got: "Polîtîkayeke dewletê ye."    Turkdogan, bilêv kir ku heger li cihekî bêcezatî hebe, ne mimkun e ku mirov behsa mekanîzmaya kotrolê bike. Turkdogan ji bo vê jî destnîşan kir ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Komîsyona Îstixbarat û Ewlehiyê ya Meclîsê û Desteya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê hatine betalkirin.    Turkdogan, anî ziman ku piştî mekanîzmayên kontrolkirinê hatine betalkirin, "liv û tevgerên kêfî" dest pê kirine û got: "Li van qadên kêfî jî ku berê bi torosên spî, niha jî bi transporterên reş li nêv kuçeyan mirovan direvînin. Mirovan îşkence dikin. Wan direvînin piştî çend mehan wan berdidin. Îşkencexaneyên veşarî hene. Çi ferqa vê ji Gûantanamoyê heye?"    ‘HELWEST DIVÊ'   Turkdogan, bibîr xist ku kesên ku Gokhan Guneş revandine jê re gotine "em kesên ku nayên dîtin" in û got: "Ev binpêkirin êdî 'nedîbar' in. Tên dîtin. JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin. Em bang li van kesan dikin; qet nebêjin qey em di salên 90'î de ne. Hûn ê bi rihetî bên tespîtkirin. Di îşkenceyê de demborî tune ye. Di rojên pş de teqez hûn ê werin darizandin. Hema qet pişta xwe nedin hin kesan. Kesên îşkenceyê dikin tenê ne li hemberî kesê ku îşkence dikin, li hemberî mirovahiyê sûc dikin. Divê haya wan ji vî tiştî hebe. Li dijî vê bêhiqûqîtiyê divê her kes li refê azadiyan cih bigire û helwesta xwe nîşan bide. Ez çapemeniya alîgêr a ku xwe li nedîtinê datîne şermezar dikim. Em ê vê bêdengiya wan bînin bîra wan."    MA / Emrûllah Acar