Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin 2021-01-29 14:26:47 SÊRT - Malbata Huseyîn Acar ê HPG'yî ku li Çiyayê Amanosê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 meh şûnde cenazeyê wî girtin û li Navçeya Dihê ya Sêrtê defin kirin.    Endamê HPG'ê Huseyîn Acar di 18'ê Cotmeha 2020'an de li Çiyayê Amanosê yê Hatayê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Huseyin Acar  (Dilşer Herekol) yê HPG'î pîştî 5 meh şûnde cenaze girtin li Dihê defin kirin. Malbatê piştî testa DNA'yê diyar bû, cenaze ji Saziya Tipa Edli ya Edeneyê (ATK) girtin û li Goristana Gundê Yanilmaz ê Navçeya Dihê ya  Sêrtê defin kirin. Malbatê cenaze di bin dorpêça eskeran de defin kir. Eskeran gund û goristan dorpêç kir û destûr nedan welatî tev li merasima cenaze bibe. Eskeran desdûr da ku tenê malbat tev li merasima cenaze bibe.