Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir 2021-01-29 14:47:17 ENQERE - Dozger rojên binçavkirina endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku di çarçoveya operasyoneke navenda wê Enqere de hatibûn binçavkirin, dirêj kir.    8 endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêvedibir de di 26'ê Çile de hatibûn binçavkirin, anîn Enqereyê. Dozgeriyê li ser daxwaza polîsan rojên binçavkirina ciwanên ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên girtin, dirêj kir.   PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR    Parêzerên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê diyar kirin ku polîs li malbatên ciwana geriyaen û diyar kirine ku rojên binçavkirinê dirêj kirinê. Parêzeran der barê lêpirsînê de tu agahî negirtin. Parêzeran anîn ziman ku biryara sînordarkirina dosyayê didome. Parêzeran ji bo biryara sînordarkirina dosyayê îtîraz kirin.   KESÊN DI BIN ÇAVAN DE WIHA NE   Navên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên di bin çavan de ne wiha ne: Endama Lijneya Rêveberiya Navendê (MYK) Sevîm Akdag, endama Meclîsa Partiyê (PM) Narîn Donmez, endama MYK’ê ya berê Hulya Ertaş, endamê PM yê berê Berat Kiran, endamên Meclîsê Nûrûllah Ozgun, Cengîz Fîdan, Rabîa Şevîn Saribûlak û Omer Almaç.