Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin 2021-01-29 15:01:09 ENQERE - Rêxistinên demokratîk, bi hev re ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike banga hestiyarê kirin û xwestin tecrîd û pêkanînên keyfî bi dawî bibin.   Rêxistinên demokratîk ên li Enqerê, bi wayekê hevpar derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya 64 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dewam dike daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê pêk hat û pankarta “Em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin”  hat vekirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Şoreşger a Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Partiya Sosyalîstên Bindest, Partîzan, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Avakirina Ji Nû Sosyalîzmê (SYKP), Kaldiraç û Alinterî, beşdarî civîna çapemeniyê bûn.   Hevseroka HDP’ê ya Anqerê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Girtiyên siyasî, dixwazin tecrîda ku veguheriye îşkenceyê ji holê bê rakirin. Daxwaza girtiyan ew e ku binpêkirinên mafan û mûameleyên xirab ên di girtîgehan de bi dawî bibin û êrîşên li ser gelê Kurd rabin.”   SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE   Sînemîllîoglû, diyar kir ku tecrîda li girtîgehan belav bûye, sûcê mirovahiyê ye û wiha bilêv kir: “Tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye. Li dijî bangên herêmî û neteweyî dewamkirina tecrîdê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Tirkiye, di girtîgehan de, hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne. Nabe ku ev yek bê qebûlkirin. Girtî bi hemû binpêkirinên mafan re rû bir û dimînin. Girtiyên nexweş nayin berdan û dermankirin. Bi hinceta pandemiyê hemû girtî hatine tecrîdkirin.”   DAXWAZA CIVAKÊ   SÎnemîllîoglû, bi bîr xist ku daxwazên girtiyan, di heman demê de daxwazên civaka demokratîkin û wiha rêz kir: “Divê ev daxwaz bên pêşwazîkirin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Sînemîllîoglû, bal kişand ser binpêkirin û îşkenceyên berê di girtîgehan de dihat jiyîn û ev bang kir: “Mafê jiyanê, mafê herî bi nirxe. Em naxwazin heman êşî cardin bijîn. Ji bo vê em bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li van pêkanîn keyfî bîne. Divê li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd bi dawî bibe. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyên siyasî.”