Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin 2021-01-29 16:34:01   STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê nivîs nivîsandin.   Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daye destpêkirin, xebata nivîs nivîsandinê kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan li Taxa Piyalepaşa ya navçeya Okmeydani ya Stenbolê ser dîwaran nivîsên “Ji tecrîdê re bes” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Ji çalakiya greva birçîbûnê re bibe deng” û “Yan mirin an azadî” nivîsandin.